BI DÎMEN

Ji bo fermandar Elî Xebat merasîma leşkerî hat lidarxistin

Fermandarê gerîla Elî Xebat ê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke leşkerî hat veşartin.

Fermandarê gerîla Elî Xebat ê di 27'ê Çileyê de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke leşkerî ya endamê Biryargeha Navendê Amed Malazgîrt, ji fermandarên HPG'ê Xelîl Qamişlo, Dorşîn Kobanê û gerîla lê amade bûn, hat veşartin.

Amed Malazgîrt di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku fermandar Elî Xebat li qadên herî zehmet ên Zagrosan pêşengî kiriye û bi kesayetiya xwe ya fedekar û kedkar hatiye naskirin.

Malazgîrt axaftina xwe wiha dewam kir: "Hevrêyê me Elî Xebat roja 27'ê Çileyê krîz dil derbas kir û tevî hemû hewldanên gihandina nexweşxaneyê di rê de şehîd ket. Hevrê Elî Xebat hevrêyekî kevin û ji aliyê her kesî ve dihat naskirin bû. Bi taybetî fermandarekî li Zagros û gelek qadên zehmet bi fedekarî pêşengtî kiribû. Hevrêyekî weke navê xwe bû. Li her herêma lê bû, bi ruhekî fedayî kar kir. Di nava mercên zehmet de, li cihê fedakarî pêwîst bû, bi ruhekî fedakar xwe dida pêş. Fermandarekî pêşeng bû ku di şerê herî giran ê li herêma Zagrosê de her tim xwe dida pêş. Ji aliyê hemû hevalan ve gelekî dihat hezkirin.

Şehadeta hevrêyê me Elî Xebat di pêvajoyeke bi vî rengî me, windahiyeke gelekî mezin e û em gelekî pê êşiyan. Lê hevalê Elî Xebat di dilê her hevalî de dijî û wê her tim bijî. Li her qada em lê ne, li her devera Zagrosan şopa hevalê Elî Xebat, fedekarî û keda wî heye. Yek ji bi hezaran şehîdên me, hevrê Elî Xebat e."

Amed Malazgîrt di kesayetiya fermandar Elî Xebat de hemû şehîdên şoreşê bibîr anî.

Piştî merasîmê bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" gerîlayan fermandar Elî Xebat li Goristana Şehîd Reşîd spartin axê.

...