Dewleta Tirk wê girtiyê ji Kobanê teslîmî DAIŞ'ê bike!

Girtiyê ji Kobanê Abdulezîz Îbrahîm ê li Girtîgeha Menemen a Îzmîrê tê ragirtin, wê di hefteya pêş de bê dersînokirin. Hevserokê TAYD-DER'ê Karbadag diyar kir, ku bi bihaneya dersînorkirinê re wê Îbrahîm teslîmî DAIŞ'ê were kirin.

Girtiyê ji Kobanê Abdulezîz Îbrahîm ê li Girtîgeha Menemen a Îzmîrê tê ragirtin, wê di hefteya pêş de bê dersînokirin. Hevserokê TAYD-DER'ê Karbadag diyar kir, ku bi bihaneya dersînorkirinê re wê Îbrahîm teslîmî DAIŞ'ê were kirin.

Abdulezîz Îbrahîm ji bo malbata xwe ya ji ber êrîşên DAIŞ'ê ji Kobanê koçî Îzmîrê kiribû vegerîne, beriya du mehan hatibû Tirkiyeyê. Bi îdîaya 'YPG'yî' ye Îbrahîm li sînorê Pirsûsê ji aliyê leşkeran ve hat girtin û bi hinceta binpêkirina sînor ji aliyê dadgehê ve hat girtin.

Îbrahîm hefteyekê li Girtîgeha Rihayê hat ragirtin, dûre şandin Girtîgeha Skenderûnê û ji wir jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Menemenê ya Îzmîrê hat kirin. Hem li Girtîgeha Skenderûnê hem jî li y a Menemenê destûr ji malbatê re nehat dayîn ku wî bibîne.

Dibe ku Îbrahîm di nava hefteya pêş de were dersînorkirin.

'WÊ TESLÎMÎ DAIŞ'Ê WERE KIRIN'

Hevserokê TAYD-DER'ê Mûsa Karbadag diyar kir, helwesta li Girtîgeha Menemenê tê nîşanan ne hiqûqî ye û anî ziman, Îbrahîm wê di hefteya pêş de teslîmî malbata xwe ya li Torbali dijî neyê kirin, berevajî dibe ku bê dersînorkirin.

Karbadag got, "Mîna Kobanêyiyên din ên beriya niha hatin dersînorkirin, wê Îbrahîm jî radestî DAIŞ'ê yan jî rêxistineke din a çete were kirin. Divê bi lezgînî bala raya giştî bi ser vê mijarê de were kişandin û teslîmî malbata wî were kirin. Di rewşeke berevajî de dibe ku êdî dereng be. Bi bahaneya dersînorkirinê re radestkirina Îbrahîm ji DAIŞ'ê re tê wateya qetilkirinê. Em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin di vî warî de bi berpirsyarî tevbigerin. Em ê bibin şopdarê mijarê. Pêwîste pêşî li dersînorkirina Îbrahîm were girtin."

Hevserok Nerîman Bîrlîker da zanîn, li Girtîgeha Menemenê pêkanînek li dijî hiqûqê heye û anî ziman ku astengkirina hevdîtina Îbrahîm bi malbata wî re, rê li ber endîşeyan vedike. Bîrlîker bang li rayedaran kir ku bi berpirsyarî tevbigerin.