BI DÎMEN

Gerîla: Ji bo siberojeke baş em tevlî nava refên berxwedanê bibin

Gerîlayên YJA Star û HPG'ê, berxwedana xwerêveberiyên li Kurdistanê silav kirin û di serî de ciwan bang li tevahiya civakê kirin, ku tevlî refên berxwedanê bibin.

Gerîlayên YJA Star û HPG'ê, berxwedana xwerêveberiyên li Kurdistanê silav kirin û di serî de ciwan bang li tevahiya civakê kirin, ku tevlî refên berxwedanê bibin. Gerîlayan banga "Ji bo avakirina siberojeke baştir, em tevlî nava refên berxwedanê bibin" kirin.

Gerîlayên YJA Star û HPG'ê ji kamerayên ANF'ê re axivîn...

ARMANC ÇÎGDEM ŞEMZÎNAN: TEVLÎBÛNA DAYIKÊN ME LI NAVA REFÊN YPS'Ê RÛMETEKE MEZIN E

Gerîlayê HPG'ê Armanc Çîgdem Şemzînan da xuyakirin, ku ji bo sekinandina komkujiyên li Bakur, Rojavayê Kurdistanê û Şengalê diqewimin, divê tevahiya Kurdistanê rabe ser piyan û got, "Tevlîbûna dayikan li nava refên Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) ji bo me rûmeteke mezin e. Ez bawerim em ê bi ser bikevin."

BERÇEM AMED: DIVÊ CIWAN NEÇIN LEŞKERIYA TIRK Û TEVLÎ NAVA YPS'Ê BIBIN

Gerîlaya YJA Starê Berçem Amed berxwedanên li Sûr, Cizîr û Nisêbînê silav kir û bang li tevahiya gelê Kurd bi taybetî jî ciwanên Kurd kir ku di nava berxwedanê de cihê xwe bigirin. Berçem Amed got, "Bi taybetî divê ciwan neçin leşkeriya Tirkan û beşdarî nava refên YPS'ê bibin."

ŞÎMAL SERHAT: ÎRO NE ROJA TEMAŞEKIRINÊ YE

Gerîlaya YJA Starê Şîmal Serhat bal kişand ser rewşa awarte ya pêvajoyê û da zanîn, ku roj ne roja temaşekirinê ye, roja hilanîna tola şehîdan e. Şîmal Serhat jî bang li ciwanên Kurd kir ku neçin leşkeriya Tirkiyeyê û cihê xwe di nava refên YPS'ê de bigirin.

ROJDA ÇIYA: JI BO ZAROKÊN KURD SIBE ÊŞÊ NEKIŞÎNIN DIVÊ EM ÎRO LI BER XWE BIDIN

Gerîlaya YJA Starê Rojda Çiya bal kişand ser mezinahiya berxwedana îro tê meşandin û got, "Lê belê gelê me hînê jî li gorî hesasiyeta berxwedanê najî. Cerdevan jî li gelek derveran tevî leşkerên Tirk derdikevin operasyonan. Dewleta Tirk îro dixwaze Kurdan bi Kurdan bide qetilkirin." Çiya banga tevlîbûna li nava refên YPS'ê li jinên ciwan û hemû ciwanan kir û got, "Ji bo zarokên Kurdan sibe êşê nekişînin, divê em îro li ber xwe bidin."

NÛJIYANDA RUHAT: BI VÊ BERXWEDANÊ RE EM DIKARIN JINÊ Û HEMÛ GELAN AZAD BIKIN

Gerîlaya YJA Starê Nûjiyanda Ruhat diyar kir, divê hemû jin tevlî nava refên YPS'ê bibin û got, "Li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Geverê berxwedaneke bêhempa tê meşandin. Ev berxwedan divê hêz û moralê bide jin û ciwanan. Bi vê berxwedanê re em dikarin hemû gelan bi taybetî jî jinan azad bikin."

CIWANA OREMAR: EM LI HER DERÊ RABIN SER PIYAN

Gerîlaya YJA Starê Ciwana Oremar da xuyakirin, ku dewlet Tirk dixwaze zarok, jin û kalan qetil bike û destnîşan kir, ku ji bo pêşî li komkujiyan were girtin, divê her kes tevlî nav refên YPS'ê bibin. Ciwana Oremar her wiha bang li cerdevanan kir, ku çeka dewleta Tirk deynin, li hemberî gelê xwe nekevin nav xiyanetê. Oremar ji jin û ciwanan xwest li her derê rabin ser piyan.

RONAHÎ BAWER: BILA CERDEVAN XIYANETÊ LI GELÊ XWE NEKIN

Gerîlaya YJA Starê Ronahî Bawer bal kişand ser berxwedana gelê Kurd a li Bakurê Kurdistanê û der barê cerdevanan de ev nirxandin kir: "Ji ber ku bi xwe jî di nava malbateke cerdevan de mezin bûm, dixwazim bi taybetî bang li cerdevanan bikim. Dewleta Tirk di berdêla pereyê ku dide wan de dixwaze zilmê li gelê xwe bikin. Pêwîste cerdevan vê baş bibînin û ji bo gelê xwe rêya rast hilbijêre. Ji vê derê jî dixwazim bang li malbata xwe bikim. Dewleta Tirk xiyanetê li ser we ferz dike û divê hûn vê xiyanetê qebûl nekin, li dijî vê derkevin."

ÇEKDAR ARMANC: BERXWEDANA MAN Û NEMANÊ YE

Gerîlayê HPG'ê Çekdar Armanc berxwedana li Bakurê Kurdistanê li tevahiya gelê Kurd pîroz kir û got, "Di vê demê de, girîng Kurd hemû, hêzên demokrat û sosyalîst beşdarî vê berxwedanê bibin. Berxwedana îro li Kurdistanê tê dayîn, berxwedana man û nemanê ye. Divê her kes bi vê baş bizanibe."

Çekdar Armanc diyar kir, divê li hemberî êrîşên faşîzan ên hikûmeta AKP'ê sekneke bi hêz were nîşandan û bi taybetî bang li ciwanên diçin dibistanên amadeyî û zanîngehê kir, ku demildest beşdarî nava refên YPS û YPS-Jin bibin.

Armanc got, "Pêwîste êdî cerdevanên li Bakurê Kurdistanê jî li hember êrîşên faşîst bêdeng nemînin û cih li cem gelê xwe bigirin. Em ji vir silavên xwe li hemû gelê xwe yê berxwedêr dikin."

MODEM BAZ: EGER EM ÎRO LI BER XWE NEDIN, EM NIKARIN SIBE BI AZADÎ BIJÎN

Gerîlayê HPG'ê Mordem Baz bal kişand ser berxwedana mezin a gelê Kurd li dijî faşîzma AKP'ê û da zanîn, ku gelê Kurd dixwaze êdî xwe bi rê ve bibe û hebûna mêtîngeriyê qebûl nake.

Baz ragihand, dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê hemû derfet û teknîka di destê xwe de ji bo şerê kirêt dimeşîne, lê tevî vê yekê jî bi gavekê nikare bi pêş de biçe û got, "Divê AKP û Erdogan vê ji bîr nekin, em ê tola gelê xwe, tola van hemûyan hilînin. Ev berxwedan wê weke modela jiyaneke nû pêşkêşî tevahiya cîhanê bê kirin."

Mordem Baz da xuyakirin, ku eger îro berxwedan neyê nîşandan, sibe jiyaneke azad dernakeve holê û got, "Lewma berxwedan û rêxistinbûyîna ji bo jiyaneke azad, divê tevlîbûn li nava refên YPS'ê bê çêkirin. Ji bo em siberojeke bi rûmet û azad pêşkêşî gelê xwe bikin, roj roja tevlîbûneke çalak li nava refên berxwedanê ye."

'DIVÊ CERDEVAN ÊDÎ TENEZÛLÎ ÇEND QURIŞÊN DEWLETÊ NEKIN'

Mordem Baz ji cerdevanan jî xwest, ku bes tenezûlî çend qurişan bikin û helwesta pêwîst li hemberî AKP û dewleta Tirk nîşan bidin. Baz got, "Divê xeta xiyanetê ya ku dewleta Tirk li ser wan ferz dike bi ti awayî qebûl nekin. Ez berxwedana gelê me ya li Cizîr, Silopiya û hemû qadên berxwedanê silav dikim, ji wan re serketinê dixwazim."