'Min xwe di nava PKK'ê de nas kir'

Gerîla Koçerîn Koçer di sala 2015’an de beşdarî nava refên PKK'ê dibe. Wek ku ji navê wê jî tê fêmkirin Koçerîn bi xwe koçer e. Koçerîn tevlîbûna xwe ya di nava gerîla de bi van gotinan vedibêje; "Min xwe di nava PKK'ê de nas kir."

Gerîlaya YJA Star ya bi navê Koçerîn Koçer di sala 2015’an de beşdarî nava refên PKK'ê dibe. Wek ku ji navê wê jî tê fêmkirin Koçerîn bi xwe koçer e. Koçerîn tevlîbûna xwe ya di nava gerîla de bi van gotinan vedibêje; "Min xwe di nava PKK'ê de nas kir."

JIYANA ME GELEKÎ XWEZAYÎ BÛ

Koçerîn wiha qala jiyana xwe ya koçertiyê dike; "Malbata min debara xwe bi koçertiyê dike. Em bi xwe jî di nava çanda koçertiyê de mazin bûn. Tevahî demsalan me koçertiyê dikir. Di nava jiyana me de ti ferqa zilam û jin tine bû. Ya rast me qet zarokatiya xwe jî nejî. Me çavê xwe ji jiyanê re vekir ne vekir em li ber pez bûn û li zozanan bûn. Ji xwe me qet bajar jî ne dîtiye. Ya rast ji derveyî jiyana me, me digot ti jiyan nîne."

Gerîla Koçerîn di nava gotinên xwe de dibêje zor û zehmetiyên koçertî heye lê di heman demê de ewqasî xweş û bê sînor e. Koçerîn dibêje; "Bi rastî jî jiyaneke me ya gelek xwezayî hebû. Lê tevî wê jî gelek nakokî bi min re hebûn. Bi taybetî jî weke Kurd û jinekê. Ev jî dibû sedem ku bikevim nava lêgerînan."

PKK'Ê NIRXÊ HERÎ PÎROZ DA MIN; HEBÛNA MIN DA MIN

Koçerîn di dewama axaftina xwe dibêje herî zêde gerîlayên jin bandor lê kirine û tevlîbûna xwe ya li nava refên têkoşînê bi van gotinan vedibêje; "Nakokiyên min gelek bû lê min nedikarî ez nakokiyên xwe bi nav bikim û çareser bikim. Bi taybetî jî weke jinekê, mijarên ku min diêşand û min hezim nedikir jî gelek bûn. Gava min gerîlayên jin dît, hingî di nava min de hestên gelek cuda xwe dan der. Min xwest beşdar bibim. Ji ber min fêm kir ku jiyana herî rast di nava PKK'ê de tê ye."

Koçerîn di dawiya axaftina xwe de got, "Bi rastî jî nirxê herî pîroz PKK da min. An go hebûna min da min. Min di nava PKK'ê de xwe nas kir û ez bi hebûna xwe hesiyam. Lewma ez gelekî bextiyar û şanazim ku ez başdarî nava PKK'ê bûm e. Di nava PKK'ê de hevaltî tiştekî pir cuda ye. Ya rast hezkirina hevaltiyê di nava PKK'ê de hezkirina herî rast e. Pêwîste em xwe nas bikin. Bi taybetî jî weke keçek û ciwanek Kurd cihê naskirin û hebûna me jî di nava PKK'ê de ye. Ji bo me mijara herî girîng, jiyana bi şeref û rûmetê ye. Cihê jiyana bi şeref û rûmetê, cihê afirandina jiyana azad jî ev der e."

...