Li Şirnexê aktivîteyên berxwedanê hat lidarxistin

Bi sedan kes li Taxa Gazîpaşa kom bûn, bi armanca silavkirina berxwedana xwerêveberiyê ya li Sûr û Cizîrê aktivîteya berxwedanê li dar xistin.

Bi sedan kes li Taxa Gazîpaşa kom bûn, bi armanca silavkirina berxwedana xwerêveberiyê ya li Sûr û Cizîrê  aktivîteya berxwedanê li dar xistin. Di aktivîteyê de dayikên axivîn, diyar kirin ku çi dibe bila bibe dest ji axa xwe bernadin û wiha anîn ziman: “Tenê dilopek xwîna me jî bimîne, em dest ji axa xwe bernadin. Em ê bi ser kevin, wê Kurd bi ser kevin.”

Bi sedan kesên ku girêdayî yek ji taxên xwerêveberî hatiye îlankirin a li navênda bajarê Şirnexê, li Taxa Gazîpaşa kom bûn, bi armanca berxwedana xwerêveberiyê ya li Sûr û Cizîrê aktivîteya berxwedanê li dar xistin. Di aktivîteyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Cizîr” qîr kirin, li derdora agirê ku pêxistin li ber helbestên Kurdî govend gerandin. Hevserokên Meclîsa Gel a Şirnexê Umran Yigit û Ayşe Çiftçî jî beşdarî aktivîteyê bûn. Di aktivîteyê de Umran Yigit axivî û diyar kir ku gelê Kurd ev 40 sal in têkoşînek ya mafdar dide meşandin û wiha got: “Berxwedana têkoşînê ne îro destpê kiriye. Dîrokek 40 salî ya têkoşîna gelê Kurd heye. Dewleta Tirk berxwedana gelê Kurd hesab nekir, kete nava êrîşan. Azadiya me nêz e, ji niha de em dikarin mizgîniyê bidin.”

Ayşe Çiftçî jî ragihand ku hikûmeta AKP’ê berxwedana xwerêveberiyan hezm nekir, ji ber wê êrîşî gelê Kurd kir û wiha anî ziman: “ Di vê têkoşînê de rolek mezin dikeve ser milên dayikan. Dayikên ku di pêşiya vê meşê de cih digirin, divê heta dawî xwedî li têkoşînê derkevin.”

Ji dayikên ku beşdarî aktivîteyê bûn Meryem Yurumez jî wiha got: “Heta dilopek xwîna me jî mabe em ê xaka xwe biparêzin, ti hêz nikare me ji xaka me qut bike, em ê bi ser kevin, Kurd wê bi ser kevin.” Dayika Meryem bang li gelan kir ku xwedî li berxwedana gelê Kurd derkevin. Ji dayikan, dayika Fatma Îken û Leyla Sakin jî diyar kirin ku çi dibe bila bibe wê qet xaka xwe bernedin.

...