Bi birîndaran re hê jî têkîlî qut in, kedkarên tenduristiyê yên dildar amade ne ku bikevin Cizîrê

Li Cizîrê ev 4 saet in ku ji birîndarên li “bodrûma wehşetê” agahî nayên girtin, 14 Kedkarên tendûrîstiyê yên dildar ên endamên TTB û SES’ê ji bo biçin Cizîrê li Mêrdînê amade ne.

Ji birîndarên li “bodrûma wehşetê” yên li Cizîrê ku bi agahiya rayedaran dema ji bo xwe bigihînin ambûlansê ji avahiyê derketin rastî êrîşa hêzên dewletê hatin, ev 4 saet in agahî nayê girtin, li hember avahiyê û derdora wê jî bomberdûman didome. Greva birçîbûnê ya wekîlên HDP’ê li Wezareta Karên Hundir didome, Kedkarên tendûrîstiyê yên dildar ên endamên TTB û SES’ê yên ku ji bo birîndaran derxin wê korîdora mirovî vekin û di mudaxeleyê de pispor in, ji bo biçin Cizîrê li Mêrdînê amade ne.

Ji bo wergirtina birîndarên ev 8 roj in li bodrûma asê mane li bende ne ku xwe bigihînin nexweşxaneyê û cenazeyên kesên ku ji ber ambûlans nehatine jiyana xwe ji dest dane, hewldanên îro yên li Cizîrê jî ji aliyê hêzên dewletê vala hatin derxistin. Piştî hevdîtina wekîlêln HDP’ê ya li Wezareta Karên Hundir, piştî danê sibehê bi derfetên xwe ambûlansa şaredariyê ji bo birîndaran wergire şandin, li hember avahiyê topbaranê destpê kir. Piştre dema bi agahiya rayedaran birîndar ji bodrûmê bi derfetên xwe dihatin derxistin, hêzên dewletê dest bi gulebarana avahiyê kirin. Di heman demê bi êrîşa topan ve jî deriyê ku wê birîndar jê derketina jî hilweşiya û derî hat girtin. Agahiya ji birîndaran hat girtin jî di vê demê de Sûltan Irmak a rewşa tenduristiya wê qrîtîk bû, jiyana xwe ji dest daye.

Tevî hevdîtinên wekîlên HDP’ê yên li Wezareta Karên Hundir, li ser daxwaza Qeymeqam, ambûlansên li Kolana Emîr Tacdîn a 700 metreyî dûrî mala ku birîndar lê ne û 2 wezîfedarê îtfaiyeyê yên dixwestin li rewşa xisarê ya avahiyê binêrin, ji aliyê hêzên dewletê paş de hatin vegerandin. Ev ji 4 saetan zêdetir e ji birîndaran ti agahî nayên girtin. Hat ragihandin ku danê êvarî bi ser avahiya birîndar lê ne û derdorê topbaran dewam dike.

Wekîlên HDP’ê yên li Wezareta Karên Hundir di greva birçîbûnê de ne jî danê êvarî daxuyanî dan, diyar kirin ku fikara 8 rojan di asta herî bilind de ye. Wekîlan destnîşan kirin ku tevahî daxwazên wan bersivên neyênî girtiye û bi birîndaran re têkîlî qut bûne.

Her wiha ji bo wergirtina birîndaran TTB û SES jî ket dewrê. 14 Kedkarên tendûrîstiyê yên dildar bi rêya wekîlên HDP’ê daxwaza xwe ya rizgarkirina birîndarên li Cizîrê ji Wezaretan re ragihandin û hatin Mêrdînê. Li gor agahiya ji heyeta HDP’ê ti bersiv ji rayedaran nehatiye. Kedkarên tendûrîstiyê li navçeya Midyad a Mêrdînê ji bo biçin Cizîrê amade ne, diyar kirin ku li benda bersivê ne, lê bersiv neyê jî wê bi derfetên xwe biçin Cizîrê û hewl bidin birîndaran rizgar bikin, dîsa destnîşan kirin ku di vê mijarê de bi israr in. Navê 14 Kedkarên tendûrîstiyê yên dildar wiha ne: “Încîlay Erdogan, Halîs Yerlîkaya, Nacî Karahanci, Çagla Demîr, Mustafa Yurtsever, Sadik Çayan, Faruk Erîn, Şerîf Taştan, Selma Atay, Yekta Yildiz, Ercan Donmez, Serhat Yasan, Vahhac Alp û Bahar Sonecek.”