'Li xaka yên tên qetilkirin ez ê kurê xwe yê hatiye windakirin bibînim'

Ji malbatên Pirsûsê Kerîme Ozkan got, "Birayê min li pêş çavên hemû cîhanê ji bo azadiyê jiyana xwe ji dest da. Banga min li ciwanên sosaylîst e; werin em li dijî zalim bi hev re li ber xwe bidin."

Ji beşdarên çalakiya nobedê ya li Girê Mîra ya Nisêbînê, ji malbatên Pirsûsê Kerîme Ozkan got, "Birayê min li pêş çavên hemû cîhanê ji bo azadiyê jiyana xwe ji dest da. Banga min li ciwanên sosaylîst e; werin em li dijî zalim bi hev re li ber xwe bidin." Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz jî got, "Li xaka yên tên qetilkirin ez ê kurê xwe yê hatiye windakirin bibînim."

Çalakiya nobedê ya Meşvanên Botanê, ku li dijî dorpêçî û terora dewleta Tirk a li hemberî Botanê û tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê li taxa Girê Mîra ya Nisêbînê hat destpêkirin, dewam dike. Ji gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê jî çalakvan tevlî çalakiya nobedê dibin. Herî dawî Dayikên Şemiyê, Malbatên ku zarokên wan li Gezî û Pirsûsê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin tevlî meşê bûn. Malbatan dan zanîn ku ew ji bo dorpêça li Botanê bişkînîn tevlî çalakiyê bûne. 

LI HEMBERÎ ZALIMAN BERXWEDANA BI HEV RE

Xwişka Ûgûr Ozkan ê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabû, Kerîme Ozkan jî cihê xwe di berxwedana Meşvanên Botanê de girt. Ozkan bi vê êşa ku dijî jî gotina aştiyê ji devê xwe kêm nake û wiha axivî: "Niha gelek mirovên me li Cizîrê ne û li ber xwe didin. Em nikarin miriyên xwe jî veşêrin û nikarin birîndarên xwe jî derman bikin. Birayê min sosyalîst bû, ji bo hemû gelên cîhanê têdikoşiye û ji bo wê jiyana xwe ji dest da. Bang li ciwanên sosyalîst dikim; bila werin tevlî berxwedana Botanê bibin."

'ÊŞ HÊ JÎ DIDOME'

Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz a ku bi salan e li ber Lîseya Galatasarayê têkoşîna edaletê dide, nobeda berxwedanê digire. Yildiz got: "Dema ku em hatin vê derê me dît ku êşa ku bi salan e em dijîn berdewam dike. Çapemeniya alîgir hemû tiştan şaş dinivîsîne. Êşa dayikên ku li vir li ber xwe didin jî bi nûçeyên şaş ve servîs dikin. Zarokên 3 mehî û kalên 70 salî terorîst nînin. Dewlet terorîzma xwe malî gel dike. Dîrok wê rojekê ji wan hesab bipirse."

'EZ Ê BI DESTÊN XWE DEFN BIKIM'

Yildiz got "Ez ê biçim Cizîrê, wan ciwanên ku dewletê ew qetil kiriye bi destên xwe ve defin bikim. Axa wan bigirim cem xwe. Ez ê di nava axa wan de kurê xwe bibînim. Lê dewleta zalim vê yekê jî ji me re pir dibîne. Weke dayikên ku bi salan e li dijî zaliman li ber xwe didin em li vir in, em ê li ber xwe bidin."