BI DÎMEN

Ciwanên ji Kîfrî: Em ê li hemberî komkujiyên dewleta Tirk bêdeng nemînin

Li navçeya Kîfrî ya herêma Germiyanê, komek ji ciwanên bi navê "Ciwanên xwe fedayî azadiya gel kirine" daxuyaniyek dan û diyar kirin, ew ê li pêşberî komkujiyên dewleta Tirk tîne serê gelê Kurd bêdeng nemînin.

Li navçeya Kîfrî ya herêma Germiyanê, komek ji ciwanên bi navê "Ciwanên xwe fedayî azadiya gel kirine" daxuyaniyek dan û diyar kirin, ew ê li pêşberî komkujiyên dewleta Tirk tîne serê gelê Kurd bêdeng nemînin.

Li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, mîna her devera Kurd lê dijîn, li Başûrê Kurdistanê jî nerazîn zêde dibe. Ciwanên ji Kîfrî yên rûyê wan nixumandî û dest bi çek, bi merasîmeke leşkerî daxuyanî dan û gotin, "Eger bersiva dewleta Tirk li hemberî daxwaza xwerêveberiyê ya gelê me polîtîkayên komkujiyê be, em ê jî biçin Bakurê Kurdistanê û tevlî nava refên YPS'ê bibin."

Ciwanan dan xuyakirin, ku li her welatên lê dijîn divê bi ruhê yekîtiya neteweyî ya ji dest tê bikin û ev mesaj dan: "Çawa ku me bi ruhekî neteweyî çeteyên DAIŞ'ê têk birin û ji nava xaka Kurdistanê avêtin, em ê çeteyê AKP'ê yên xwedî zîhniyeta DAIŞ'ê ji xaka Kurdistanê biavêjin. Bi felsefeya Rêber Apo em ê Kurdistaneke azad diyarî gelê xwe bikin."

'MODELA XWERÊVEBERIYÊ WÊ PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKE

Ciwanan ragihandin, modela xwerêveberiyê li çar parçeyên Kurdistanê dikare pirsgirêka Kurd çareser bike û gotin, "Weke ciwanên welatparêz ên li Kîfrî, em gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê yê li dijî dagirkeriya Tirk berxwedana xwerêveberiyê dimeşîne ji dil silav dikin."

Ciwanan dan zanîn, eger bersiva hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk li daxwaza xwerêveberiyê ya gelê KUrd ev be, ew ê jî tevlî nava refên YPS'ê bibin û ev hişyarî da dewleta Tirk: "Di serî de li Sûr, Cizîr, Silopiya û Nisêbîn, dewleta Tirk bi bikaranîna zîhniyeta xwe ya faşîst re dixwaze li gelek bajarên Kurdistanê bi polîtîkayên komkujî û koçberkirinê re daxwaza statuyê ya gelê Kurd ji holê rake. Weke ciwanên ji Kîfrî em vê ji dewleta Tirk re dibêjin; eger bersiva te li daxwaza xwerêveberiyê ya gelê me polîtîkaykên komkujî û qirkirinê be, em ê jî cihê xwe di nava refên YPS'ê de bigirin û tevlî berxwedana xwerêveberiyê ya gelê xwe bibin."

'NÊRÎNA NEO-OSMANÎ YA ERDOGAN WÊ LI KURDISTANÊ BI SER NEKEVE'

Ciwanan destnîşan kirin, dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê Kurdan tine dihesibîne û her roj dikuje, dostê gelê Başûrê Kurdistanê nîne û gotin, "Bila Erdogan û hikûmeta wî vê baş zanibin; Gelê Kurd êdî ew gelê berê nîne. Eger Kurd li herêmekê rastî komkujiyê were, herêma din wê lê temaşe neke. Dema gelê me li Bakurê Kurdistanê bê qetilkirin, em ê nebin temaşeker. Nêrîna Neo-Osmanî wê nikaribe xwe li xaka Kurdistanê rabigire. Ji ber ku êdî dema Osmaniyan derbas bûye. Gelê Kurd îro li çar parçeyan rêxistinbûyî ye û piştgiriya hev dike."

'EM Ê ÇETEYÊN AKP'Ê YÊN XWEDÎ ZÎHNIYETA DAIŞ'Ê NE JI KURDISTANÊ BIAVÊJIN'

Ciwanên Kîfrî, berxwedana gelê Kurd a bi şeref ku li dijî êrîşên dewleta Tirk li çeperan li ber xwe dide silav kirin û der barê yekîtiya neteweyî de wiha axivîn: "Weke ciwanên ji Kîfrî em dibêjin; em piştgiriyê diidn gelê xwe û dema pêwîstî pê hebe em amade ne li nava refên YPS'ê şer bikin. Çawa ku me çeteyên DAIŞ'ê bi ruhekî neteweyî re ji xaka Kurdistanê avêtin, em ê çeteyên AKP'ê yên xwedî zîhniyeta DAIŞ'ê ne ji xaka Kurdistanê biavêjin. Bi felsefeya Rêber Apo re em ê Kurdistaneke azad diyarî gelê xwe bikin.

'GELÊ KURD TI CARÎ SERÎ LI BER DÎKTATOR NETEWANDIYE'

Ji ciwanên Kîfrî Abbas Nûredîn, Hewre Germiyanî û Saman Hemrîn piştî daxuyaniyê ji ANF'ê re axivîn.

Abbas Nûredîn: Weke ciwanên ji Kîfrî em radigihînin ku li cem gelê li Bakurê Kurdistanê ne. Em amade ne bi gelê xwe re li dijî dewleta Tirk a faşîst têbikoşin. Ji bo me ne girîng e kîjan parçe ye. Her kesên nirxên gelê Kurd ên bi hezaran şehîdan hatine afirandin nas nekin wê me li hemberî xwe bibînin.

Hewre Germiyanî: Weke ciwanekî welatparêz ê gelê Kurd, ez nikarim li pêşberî êrîşên li hemberî gelê me yê li Bakurê Kurdistanê bêdeng bimînim. Amade me di rêya azadiyê ya gelê Kurd de bi her rengî fedekariyê bikim. Bila dewleta Tirk û Erdogan vê baş bizanibin; Çawa ku me dîktator Saddam Huseyîn têk bir, çawa ku me bi hişmendiya neteweyî çeteyên DAIŞ'ê têk bir, em ê zîhniyeta dewleta Tirk a faşîst jî bi heman rengî têk bibin. Gelê Kurd ti carî serî li ber dîktatoriyê netewandiye.

Saman Hemrîn: Ez êrîşên li hemberî gelê me yê li Bakurê Kurdistanê bi tundî şermezar dikim. Dewleta Tirk hezm nake ku gelê Kurd li Rojhilata Navîn bi rêxistinbûyîna xwe re serketinan bi dest dixe. Ji bo sedsala 21'an nebe sedsala gelê Kurd, serî li her şêwe êrîşên li dijî mirovahiyê dide. Weke ciwanên Kurdistanê yên welatparêz, em ê li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin. Divê me li her cihî destekê bide gelê Bakurê Kurdistanê. Çi ji destê kê tê divê bike.

...