Li hember êrîşa polîsan a li Gaziyê gel di xweparastinê de ye

Koma bi armanca protestokirina qirkirinên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê li Taxa Gazî meş li dar xist rastî êrîşa polîsan hat. Ciwan li ser êrîşê ketin xweparastinê, barîqat danîn dest bi berxwedanê kirin.

Koma bi armanca protestokirina qirkirinên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê li Taxa Gazî meş li dar xist rastî êrîşa polîsan hat. Ciwan li ser êrîşê ketin xweparastinê, barîqat danîn dest bi berxwedanê kirin. Piştî êrîşa polîsan pevçûnên derket li kolanan belav bû, bi dehan kes hatin binçavkirin.

Koma di pêşengiya Piştevaniya Sarigazî ji bo dorpêç û qetlîamên li Kurdistanê protesto bikin li pêşiya mala cem a li Taxa Gazî ya navçeya Sûltangazî ya li Stenbolê kom bûn bi dirûşmeyên “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” ve ber bi ketina taxê meşiyan. Li ser êrîşa polîsan, ciwanan bi barîqatan bibûn bersiv.

Pevçûna ku ciwanan li hember guleyên plastîk, ava şid û bombeyên gazê yên polîsan bi fîşekên hewayî bûn bersiv, li kolanan belav bû.

Ciwan li ser êrîşa polîsan konteynirên çopê kirin barîqat, ketin xweparastinê, li dijî êrîşên polîsan bi fîşekên hewayî û molotofan bersiv dan. Di pevçûnên bi saetan domkir de zarokekî 10 salî ji ber bombeya deng a polîsan avêtin ji lingê xwe birîndar bû. Zarokê birîndarbûyî ji aliyê gel ve hat rakirin û birin malê.

Her wiha polîsan wesayîtên zirxî yên Akrep ajotin ser rojnamevanên li qadê nûçeyê dişopînin, bi guleyên plastîk kirin hedef. Pevçûnên di navbera hêzên dewletê yên tax dorpêç kirine û ciwanên berxwedêr de di kolanan de dewam dike.

Di pevçûnan de heta niha bi dehan kes hatin binçavkirin.