Êzidî li dijî hovîtiya AKP'ê bi 30 km'yan meşiyan

Li dijî terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê, Kurdên Êzidî yên li Elmanyayê dijîn bi pêşengiya FKÊ meşeke dirêj a 30 km lidar xistin.

Gelê Kurd li seranserê cîhanê, bi çalakiyan dewleta AKP'ê ya bi tundî êrîşî gelê Kurd dike, şermezar dike. Civaka Êzidî jî bi taybetî li Elmanyayê ket nava tevgerê û rojane meş û çalakiyan bi vê armancê lidar dixe.

Yek ji van çalakiyan jî meşa dirêj a duh bû, ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) ve hat organîzekirin.

Bi qasî 1000 Kurdên Êzidî li bajarê Elmanya Bûrgdorfê li hev civiyan û heta bajarê Celle bi qasî 30 kîlometreyan meşiyan.

Girseya gel saet di 09:00 de dest bi meşa xwe kirin û tevî baranê jî bi qîrîna dirûşmên li dijî terora AKP'ê, heta Celle meşiyan û li vê derê mîtîngek pêk anî.

Mîtînga li navenda bajarê Celle saet di 15:30 de bi xwendina peyama FKÊ bi dawî bû.

...