11 jin bi alên spî ji bo wergirtina birîndaran dimeşin

Ji bo wergirtina birîndaran û cenazeyên ev 9 roj in li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê asê mane û hêzên dewleta Tirk nahêlin bên derxistin, 11 dayikên ji Cizîrê bi alên spî ber bi taxa Cûdî ve dimeşin.

Ji bo wergirtina birîndaran û cenazeyên ev 9 roj in li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê asê mane û hêzên dewleta Tirk nahêlin bên derxistin, 11 dayikên ji Cizîrê bi alên spî ber bi taxa Cûdî ve dimeşin.

Li Cizîrê 15 birîndar û cenazeyên 7 welatiyên ku ji ber nehatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan, ev 9 roj in li jêrzemîna avahiyekê de asê mane û hemû hewldanên ji bo wergirtina wan jî ji aliyê hêzên dewletê ve tên astengkirin. 

Herî dawî duh, dema birîndaran bi derfetên xwe xwestin ji avahiyê derkevin rastî êrîşên hêzên dewletê hatin û ev 20 saet in agahî ji wan nayê girtin.

Li ser vê yekê dayikên Cizîrê ketin nav liv û tevgerê. Di nav de dayikên kesên birîndar jî hene, 11 dayik li Şaredariya Cizîrê civiyan û ji vê derê bi alên spî ve ber bi Taxa Cûdiyê ve dest bi meşê kir.