Demîrtaş ji bo rewşa Tirkiyeyê got, ‘ li qerexa kendal e’, banga “Divê em bi hev re hêviyên azadiyê mezin bikin” kir. Yuksekdag jî diyar kir ku gel wê hêza xwe ya yekbûyî nîşan bidin, xweparastin û xwerêveberiyê bidomînin.
Endamên Meclîsa Partiyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên ku di 2'emîn Kongreya Asayî we hatin hilbijartin, bi hevserokên giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag re li Enqerê civiyan.
Axaftina vekirinê ya civînê ji aliyê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ve hate kirin. Yuksekdag di axaftina xwe we balê kişand ser şert û mercên giran ên siyasî û rola HDP'ê. Yuksekdag diyar kir ku ewê wekî HDP li hemberî hewldanên dîktatoriyê têkoşîna aşitî û azadiyê bimeşînin û dê dîktatorî têk biçe.
Yuksekdag di axaftina xwe we balê kişand ser pêdiviya eniyeke hevpar a demokrasiyê û wiha axivî: "Emê bibin riya ku Tirkeye bigihe komara demokratîk. Ji bo vê jî divê siyaseta demokratîk bê sazûmankirin. Em dixwazin ku ev rejîma siyasî bi awayek demokratîk ji nû ve were ava kirin."
Yuksekdag diyar kir ku ewê li hemberî hêza dewletê, hêza yekgirtî ya gelan nîşan bidin û wiha pê we çû: "Ji bo me parastina demokrasiya herêmî, rêveberiya cewherî erkê parastina bernameya demokrasiyê ye. Em ê xwe ji nû ve birêxistin bikin û di vê pêvajoyê we bimeşin."
Piştî Yuksekdag, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş axivî û got bi kongrê re ji bo bo dema nû xwe amade kirine. Demîrtaş, der barê nasnameya HDP we nirxandin kirin û got "Li Tirkiyeyê ji bilî me partiya Tirkiyeyê tune ye." Demîrtaş balê kişand ser êrîşên li ser HDP'ê jî û wiha axivî: "Ji ber ku me mudaxaleyek radîkal pêş xistiye panîk dikin. Ji ber ku em ji bo civakeke ku dikaribe xwe rêvebibe ava bike derketin rê rastî êrîşan tên."
'ERDOGAN BI GEFAN ÎKNA DIKE'
Demîrtaş ji bo siyaseta Serokomar Tayyîp Erdogan dimeşîne jî rexneyên tund pêş xist û got Erdogan ne li ser esasên îknaya demokratîk bi hêz, zext û gefan dixwaze pergala serokatiyê û makezagoneke li gor wê bidestxe. Demîrtaş her wiha gotina Erdogan a "Kê daxwaza xweseriyê xwerêvebirinê bike emê cîhanê bi serê wî we xira bikin" bibîrxist û wiha pê we çû: "Ji bilî modela ku ew pêşniyar dike her tişt qedexe ye. Li Cizîr, Sûr û Nisêbînê cîhanê bi serê însanan we xira dike."
'AKP ŞERÊ NAVXWEYÎ KÛR DIKE'
Demîrtaş balê kişand ser rewşa aloz û hişyar kir ku Tirkiye ber bi bobelateke mezin ve diçe û wiha berdewam kir: "Em gav bi gav ber bi bobelatê ve diçin. Tu dibê qey Serokomar ji bo şerê navxweyî leztir bike çi ji destan tê dike. Her roj zêdetîr pêlî gazê dike."
Demîrtaş der barê birîndar û cenazeyên li Cizîrê di qata jêrzemîn a avahiyekê we asê mane we jî axivî û got "Dibêjin qey ev serkeftineke mezin a leşkirî ye. Her êvar di televîzyonan we wiha vedibêjin."
'KURD BÊÇARE Û PERÎŞAN NÎNE'
Demîrtaş di dawiya axaftina xwe we der barê bêdengiya rojavayê Tirkiyeyê jî nirxandin kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Eger dibêjin bila Kurd li çareya serê xwe binêrin, encamên cûda ji wir dertên. Ne ku Kurd bêçare û perîşan in. Bila biborînin lê yê ku bêçaretiyê û bêhêvitiyê dijî rojavayê Tirkiyeyê ye. Divê em hemû bi hev re hêviya berxwedanê mezin bikin."
Piştî axaftinên hevserokan, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.