Li Torînoyê tfaqa Ewropa-Tirkiye hat protestokirin

Li Torînoyê Kurd û dostên wan ên Îtalî ji bo piştgiriya berxwedana xwerêveberiya li Bakurê Kurdistanê daketin qadan.

Li Torînoyê Kurd û dostên wan ên Îtalî ji bo piştgiriya berxwedana xwerêveberiya li Bakurê Kurdistanê daketin qadan. Duh jî li bajar Îtalyanan li ser dîwarê yek ji fabrîkayên herî mezin a çekan a Fînmeccanîca, grafîtiyên xweseriyê vedibêjên xêz kiribûn.

Bi organîzeya însiyatîfa bi navê Carovana ya bi armanca piştevaniya Kurdan hat damezirandin, bi tevlîbûna Komaleya Çanda Med, endamên Komîteya Ji Nû Ve Avakirina Kobanê, partiyên siyasî, nûnerên sendîkayan, komên anarşîst û çep ve çalakî li Pîazza Castello destpê kir.

Çalakvan ji vir ber bi Stasyona Trenê ya Porta Sûsa ve ketin meşê, di nav de endamên No Tav jî cih girtin.

Meş bi armanca silavkirina salvegera rizkarkirina Kobanê hat lidarxistin, berxwedana xwerêveberiya li Bakûrê Kurdistanê jî mohra xwe lê xist. Qelebalixa piraniya wê ji Îtalyanan pêk dihat, rêya 2 kîlometre bi dirûşmeya “Qatil Erdogan” bihurand. Çalakvanan rêya li pêşiya Stasyona Trenê li trafîqê girtin, bi temsîla qetilkirina jin û zarokan şano hat pêşandin.

Piştî pêşendana şanoyê, li ser navê Însiyatîfa Carovana, Lûîgî D’Alîfe axivî, bêdengiya dewletên Ewropa ya li hember qetlîmên dewleta Tirk şermezar kir, got divê dewletên Ewropayî demildest hevpeymanên çekan ên bi Tirkiyeyê re çêkirine betal bikin.

Berdevka Têkîliyên Derve ya Komaleya Çanda Med Ezel Alcû jî di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên durû yên dewletên Ewropayî, wiha got: “Ewropa Kurdên li Rojava werk lehengên şerê mirovahiyê dimeşîne pênase dike, lê gelê Bakurê Kurdistanê yên bi heman daxwazê jî wek terorîst pênase dike. Vê jî bes nabîne, bi dewleta Tirk ve tfaqa xwe didomîne.” 

Ji berdevkên Komîteya Ji Nû Ve Avakirina Kobanê Firat Ak jî got îradeya xwerêveberiya Kurdan bi pêkanînên terorê û tfaqên qirêj ve naşkê. Destnîşan kir ku ji bo nîşan bidin li cem îradeya gelan in, wê çalakiyên xwe bê navber bidomînin.

Her wiha ji bo balkişandina ser çalakiyê duh jî li bajar Îtalyanan li ser dîwarê yek ji fabrîkayên herî mezin a çekan a Fînmeccanîca, grafîtiyên xweseriyê vedibêjên xêz kiribûn û afîş daliqandibûn.

...