Li Cizîrê, birîndarên ku dema duh ji avahiyê derdiketin rastî êrîşa hêzên dewletê hatin, ev 20 saet in agahî ji wan nayê girtin. 14 personelên tenduristiyê yên dildar ên ji TTB û SES'ê yên dixwazin biçin Cizîrê, li pêşiya Hezexê hatin sekinandin.
Li Cizîrê têkoşîna jiyanê ya birîndarên ku di jêrzemîna avahiyekê de asê man e, 9 roj in didome. Duh bi agahiya rayedarên Wezareta Karên Hundir re, birîndar dema ji bo xwe bigihînin ambûlansan ji malê derketin rastî êrîşên hêzên dewletê hatibûn û ji duh êvarê ve di bin topbaranê de ne. Bi birîndaran re ev 20 saet in ti têkilî nehatiye danîn û fikarên der barê jiyana wan de her ku diçe zêdetir dibe.
9 doktor, 4 hemşîrê û ajokarek ambulansê yên endamên TTB û SES'ê jî ji bo xwe bigihînin birîndaran ber bi Cizîrê ve birêketibûn. 14 kedkarên tenduristiyê yên dildar li pêşiya Hezexê hatin rawestandin û rastî kontrola nasnameyan hatin. Hêzên dewletê destûr nadin ku kedkarên tenduristiyê di rêya xwe de biçin.
Her wiha, Walîtiya Şirnexê jî daxuyaniyeke manîpulatîf weşandibû û îddia kiribû ku li gel ambûlans hatine şandin jî birîndar bi xwe ji malê derneketine.
Ev 20 saet in ji 15 birîndar û 9 kesên li gel wan ti agahî nayê girtin. Her wiha, cenazên 7 welatiyên ku ji ber nehatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan jî, di jêrzemînê de ne.