Ji sê jinên şoreşger ên li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr ji aliyê hevalê xwe yê têkoşînê Hevserokê DBP'ê yê Silopiyayê Mahmût Yildizgorer ve hat vegotin. Yildizgorer got, "Têkoşîna wê, wê bi zarokan re mezin bibe."
Di dema dorpêçî û êrîşên li hemberî Silopiyayê de 29 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, bi dehan kes birîndar bûn. Qetilkirina sê jinên Kurd ên şoreşger endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr, endama KJA Fatma Ûyar, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir bandoreke mezin li gelê Silopiyayê kir. Hevserokê DBP'ê yê Silopiyayê Mahmût Yildizgorer ê Demîr, Ûyar û Nayir re xebatên siyasî meşand, diyar kir ku ew ê têkoşîna 3 siyasetmedarên jin li Silopiyayê bidin jiyîn.
'MORALEKE MEZIN DIDA HER KESÊN LI SILOPIYAYÊ'
Yildizgorer diyar kir, ew bi her sê siyasetmedaran re demeke dirêj xebitiye û da zanîn, ku di her karî de Demîr moraleke gelekî mezin dida wan. Yildizgorer got, "Dema hat Silopiyayê got ku em ê bi hev re bixebitin. Mîna malbatekê nêzî hevalên xebatkar û welatiyan dibû. Gelekî moral dida me. Di karê bi wê re de, mirov nedibetilî, mirov aciz nedibû."
Yildizgorer qala bîranînên xwe yên bi Demîr re kir û got, "Rojekê me li partiyê bûn. Hingî pêlava min qetiya bû. Bawerim dît. Bi dilêşî li min dinêrî. Ez jî li tiştên cuda difikirîm. Min jî ji xwe pirsî; gelo min tiştekî şaş kiriye. Min jê re jî got, 'Heval çi bû? eger kêmasiyek me hebe em amade ne rexnedayîna xwe bidin'. Got, 'Na, dema ez li te dinêrim ez baş dibim. Nêzîkatî û hevrêtiya te hêviyê dide min'. Piştre me sohbet kir û em bi hev keniyan. Piştî rojekê kîsekek di dest de bû û hat. Pêlavek ji min re kirîbû."
DIGOT 'MIROVÊN PÊŞENG DIVÊ LI PIŞT NEMÎNIN'
Yildizgorer da zanîn, beriya bên qetilkirin wî bi Demîr û nayir re li taxên Silopiyayê xebatên komunê dimeşand û got, "Hevalek bi ti awayî nayê ji bîrkirin e. Lewma em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin. Eger Xwedê bide me, keçek me ji dayik bibe, ez ê navê wê bikim Sêvê. Em ê wê li Silopiyayê bidin jiyîn. Têkoşîna wê, wê bi zarokan re mezin bibe. Bi rastî jî ji bo gelê Kurd windahiyek mezin bû. Em ê têkoşînê ji cihê wê lê hiştiye bidomînin û mezin bikin."