Dayika Berkîn: Her zarokekî li Botanê tê qetilkirin ji bo min Berkîn e

Dayika Berkîn Elvan Gulsum Elvan bal kişand ser hovîtiya li birîndarên li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê asê mane tê kirin û got, "Dil dixwest niha birînên wan birîndaran bipêça."

Dayika Berkîn Elvan ê di berxwedana Gezî de hat qetilkirin Gulsum Elvan got, "Her zarokekî li Botanê tê qetilkirin, ji bo min Berkîn e." 

Malbatên berxwedêrên li Gezî jiyana xwe ji dest dan beşdarî çalakiya nobeda berxwedanê ya li taxa Girê Mîra ya Nisêbînê bûn û berxwedana xwe û ya gelê Kurd kirin yek. Dayika Berkîn Elvan ê li Okmeydani ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin Gulsum Elvan û dayika Medenî Yildirim ê li Liceyê di dema protestokirina çêkirina kalekolê de hat qetilkirin Fahriye Yildirim cihê xwe li qada berxwedanê girtin.

'HER ZAROKEKÎ LI BOTANÊ TÊ QETILKIRIN JI BO MIN BERKÎN E'

Gulsum Elvan bibîr xist, ku kurê wê Berkîn beriya 2 salan ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin û anî ziman ku ew 9 mehan li nexweşxaneyê li benda başbûna kurê xwe sekinî. Elvan diyar kir, ew gelekî baş bi êşa malbatên zarokên niha li jêrzemînekê asê mane û dewlet hewl dide wan înfaz bike, dizane û got, "Di servîsa lezgîn de her ku Berkîn diheliya ez jî li derve diheliyam. Ez gelekî baş bi vê êşê dizanim. Niha malbat li vê derê ne û her roj li helandina zarokên xwe yên birîndar temaşe dikin. Ew jî mîna min dihelin."

Elvan xwest birîndar derhal bên wergirtin û got, "Dil dixwest birîna yek ji wan birîndaran bipêça." Elvan got, "Her zarokekî li Botanê tê qetilkirin ji bo min Berkîn e" û destnîşan kir, ku ji bo bidawîbûna komkujiyan ew ê li ber xwe bide.

'YÊN LI GEZÎ LI BER XWE DAN DIVÊ JI BO BOTANÊ JÎ LI BER XWE BIDIN'

Elvan bang li gelên Tirkiyeyê kir, berxwedana Gezî bibîr xist û got, "Dema we li Gezî li ber xwe dan di destê we de çek tinebû, dewletê we qetil dikir. Di destê Berkîn de nan hebû, ew qetil kirin. Dûre mêrik rabû got, 'ew çalakger' e. Derewan dikin, li vir mirovan qetil dikin û dibêjin 'terorîst' e." Elvan bang li hemû hêzên demokrat ên li Gezî li ber xwe dan kir, ku ji bo şikandina dorpêça Botanê li ber xwe bidin.

'DIXWAZIN BIRÎNDARAN ÎNFAZ BIKIN'

Dayika Medenî Yildirim Fahriye Yildirim diyar kir, ku wehşeta li Botanê tê kirin gelekî giran e û destnîşan kir, ku AKP zilmeke bê eman li Kurdan dike. Yildirim bal kişand ser hovîtiya li birîndarên li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê tê kirin û dewlet nahêle bên wergirtin û got, "Di bin navê 'Em ambûlansê dişînin de komployê dikin û dixwazin birîndaran înfaz bikin. Li pêşberî vê wehşetê dilê min dilerize."

'ERDOGAN JI MIZGEFTÊ DERDIKEVE Û LI BER DERIYÊ MIZGEFTÊ DEREWAN DIKE, BANGA WEHŞETÊ DIKE'

Yildirim da xuyakirin ku Serokkomar Erdogan piştî ku nimêja Înê kir li ber deriyê mizgeftê dest bi derewan kir û got, "Diçe mizgeftê, nimêjê dike, dûre derdikeve li ber deriyê mizgeftê derewan dike, banga wehşetê dike. Ev Misilmantiyeke bi çi rengî ye? Pitika 3 mehî qetil dike, dayikan qetil dike, pitikên ji dayik nebûne qetil dike, dûre dibêje 'şer' derketiye'. Ev çi bêwijdanî ye." Yildirim anî ziman ku gelê Kurd wê tevî hemû gelan li dijî zilmê li ber xwe bide û aqûbesta zaliman wê mîna ya Saddam û yên mîna wî be."

...