CÎK'ê ji bo çalakiya li Berlînê banga tevlîbûnê kir

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), ji bo çalakiya îro ya li Berlînê banga tevlîbûnê kir.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), ji bo çalakiya îro ya li Berlînê banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Civaka Îslamî ya Kurdistanê de hat ragihandin, ku piştî pêvajoya aştiyê di oxira sûltanî û desthilatdariyê de hat fedakirin, li Bakurê Kurdistanê xwîn rijiya.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li welatê me, mirovên bêguneh û sivîl bi awayekî hovane tên qetilkirin. Mizgeftên me, dêrên me, malên me yên cem û goristanên me tên şewitandin, hilweşandin. Di navbera tiştên DAIŞ a bi gravat li Bakurê Kurdistanê dike û yên li Rojava û bajarê Şengalê kiriye de, ti cudahî nîne.

Weke bawermendên Kurdistanê em di wê baweriyê de ne; bêdengiya li pêşberî mirina mirovan û xerakirina mabetan, ji aliyê olî ve berpirsyariyeke giran datîne ser milê me û em neçarin bi vê bîr û baweriyê tevbigerin. Ji bo pêşîgirtina li van zalim û zordaran, divê em têbikoşin. Weke platforma baweriyên Mezopotamyayê em di 30.01.2016'an de li paytexta Elmanya Berlînê bicivin û vê zilmê, dewleta TC a zalim û alîgirên wê şermezar bikin.

Ji bo sekinandina zilmê em dakevin qadan!

Ji bo xwedîderketina li mezlûman em dakevin qadan!

Ji bo bicihanîna bawerî û ola xwe, em têbikoşin. Roj ev roj e, li dijî zilmê, bila Xwedê alî berxwedana me bike."