Hemû hewldanên ji bo wergirtina birîndaran û rakirina cenazeyên ev 8 roj in li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê asê mane, ji ber êrîşên hêzên dewleta Tirk, bê encam dimînin. Ji ber van astengiyan ji birîndaran Sûltan Irmak jiyana xwe ji dest da.
Dema ku 9 kesên bi 16 birîndaran re hewl didan birîndaran û cenazeyên 7 kesan ji malê derxînin û bigihînin ambûlansên şaredariyê yên li kolana Emîr Tacdîn a 700 metre dûrî avahiyê ye, hêzên dewleta Tirk êrîşî avahiyê kirin.
Birîndaran ji parlamenterên HDP'ê yên bi Wezareta Karên Hundir re hevdîtinê dikin re ragihandin, ku ji ber êrîşa dawî dîwarê jêrzemînê jî bi ser wan de hilweşiya ye û êdî rê nemaye ew ji jêrzemînê derkevin.
Rayedarên emniyetê înkar kirin ku di êrîşê de dîwar hilweşiya ye. Li ser vê yekê Qeymeqamê Cizîrê ji 2 personelên arkujiyê yên Şaredariya Cizîrê xwest ku biçin lê binêrin rewş çi ye. Hat ragihandin ku personelên arkujiyê berê xwe dane cihê bûyerê.