YPG: Li dijî Rojava îhlal û êrîşên artêşa Tirk didomin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku li dijî sînorê Rojava îhlal û êrîşên dewleta Tirk didomin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku li dijî sînorê Rojava îhlal û êrîşên dewleta Tirk didomin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku li dijî sînorê Rojava îhlal û êrîşên dewleta Tirk didomin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, destnîşan kir ku li hember sînorê Rojava îhlal û êrîşên dewleta Tirk didomin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi bîr xist ku berê jî gelek caran êrîşên artêşa Tirk ên li hember axa Rojava, çeper û nuqteyên hêzên YPG’ê ji raya giştî re hatibû ragihandin, wiha dom kir: “Bi taybet jî di pêvajoyek ku li Sûriyeyê lêgerînên çareseriyê hene de rêveberiya dewleta Tirk li hember sînorên Rojava îhlal û êrîşên xwe didomîne.
Herî dawî 28-29’ê Çileyê de yekîneyên girêdayî artêşa Tirk li gundê Sermîsax ê ku 13 km li rojavayê bajarê Dêrikê û 13 km li bakurê bajarokê Girkê Legê ye, sînor îhlal kir. Gelê me yê li hember vê êrîşa artêşa Tirk bertek nîşan da û li ser sînor kom bû, ji aliyê artêşa Tirk 30’ê Çileyê de bi çekên cur bi cur hat gulebarandin, bi şansê ti mirin çênebûn.
Li hember van êrîşanên vekirî yên provakatîf ên artêşa Tirk em ê ji niha û şûn de bêdeng nemînin. Rêveberî û hêzên leşkerî ên dewleta Tirk sînorên Rojava îhlal bikin, em ê axa xwe û gelê xwe biparêzin, divê bê zanîn ku di rewşek wiha de tevahî berpirsiyarî ya rêveberiya dewleta Tirk e.”