Em ê serî li ber zilma AKP'ê netewînin
Bi hezaran kesên li Amedê li hev civiyan, li dijî dorpêçiya li ser Sûrê çalakî pêk anîn. Qisekeran gotin, "Em ê serî li ber zilma AKP'ê netewînin. Em bang li gelên Tirkiyeyê dikin ku li dijî zilmê derkevin."
Bi hezaran kesên li Amedê li hev civiyan, li dijî dorpêçiya li ser Sûrê çalakî pêk anîn. Qisekeran gotin, "Em ê serî li ber zilma AKP'ê netewînin. Em bang li gelên Tirkiyeyê dikin ku li dijî zilmê derkevin."
Bi hezaran kesên li Amedê li hev civiyan, li dijî dorpêçiya li ser Sûrê çalakî pêk anîn. Qisekeran gotin, "Em ê serî li ber zilma AKP'ê netewînin. Em bang li gelên Tirkiyeyê dikin ku li dijî zilmê derkevin." Di çalakiyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.
Di roja 60. a berxwedana dîrokî ya Sûrê de, bi hezaran kes ji bo destekkirina vê berxwedanê û şikandina terora dewleta Tirk, li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê li hev civiyan. Girseya gel xwest bimeşe, lê belê ji ber ku polîsên Tirk dor li parkê girtibûn, daxuyanî hat dayîn.
DEMÎRKIRAN: TECRÎD RÊ LI BER ENDÎŞEYÊN MEZIN VEDIKE!
Li ser navê girseya gel Hevserokê TUHAD-DER'ê Cahît Demîrkiran daxuyanî da û got, "Berxwedana 17 sal in li Îmraliyê tê meşandin azadî û hêviyeke mezin da gelên Rojhilata Navîn û Kuridstanê. Lê belê hegemonya AKP'ê ji bo xatirê desthilatdariya xwe Kurdistan kiriye gora xwînê. Ev 9 meh in bi ti awayî agahî ji Ocalan nayê wergirtin. Ev yek hem malbata wî hem jî tevahiya gelê Kurd dixe nava endîşeyên mezin."
Demîrkiran bang li hemû hêzên demokratîk kir, li dijî zext û zilmê têbikoşin û got, "Em ê bi biryardarî têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê li ber zilma AKP'ê serî netewînin. Em bang li gelên Tirkiyeyê dikin ku haya xwe ji vê zilmê hebin û li dij derkevin."
ÛCA: HÛN NIKARIN BI VÎ GELÎ
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca jî bibîr xist, ku hêzên dewletê bi hefteyan e bombeyan li Sûr û Cizîrê dibarînin û got, "Gelê me bi hefteyane li hemberî tank, top û çekên giran li ber xwe dide. Dewlet dixwaze gelê me qetil bike. Nîşaneya vê yekê ya herî şênber rewşa li Sûr û Cizîrê ye. Em ji vê derê ji dewletê re dibêjin; çi dibe bila bibe hûn nikarin vî gelê bi rûmetdarî li ber xwe dide, têk bikin."
Ûca anî ziman, dewlet birîndaran dike mijara bazariyê û got, "Weke ut ê zanîn li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê bi dehan hevalên me li benda alîkariyê ne. Mixabin li gorî agahiya dawî ji me re hat ji birîndaran Sûltan Irmak jiyana xwe ji dest da. Roj bi roj hejmara miriyan zêde dibe û dewlet jî karê xwe yê komkujiyê didomîne. Em li welatekî welê dijîn, ku parlamenterên me ji bo welatiyên birîndar nemirin dikevin greva birçîbûnê."
'HÛN Ê BÊN DARIZANDIN'
Ûca diyar kir, ku ji bo lêkolîn bike wan wêneyên tankên ketine Sûrê ji febrîqeyeke çekan a li Ewropayê re şandine û got, "Li gorî agahiyên ji me re hatin, ji van tankan re M60 tê gotin. Û ev tank di sala 1990'î de ji aliyê DYA ve ji Tirkiyeyê re hatin firotin. Gelê me bi çekên Ewropa û NATO tê kuştin. Em bang li Ewropayê dikin; mafê we nînin ku hûn ji bo xatirê astengkirina penaberan rabin Kurdan feda bikin. Roj wê bê hûn ê jî bên darizandin û hesabê vê bidin."
'TECRÎDÊ RAKIN'
Parlamentera HDP'ê Ûca nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got, "Ez ji dewletê re dibêjim; hûn çi dikin bikin jî hûn ê tecrîdê rakin û ji bo çareseriya vê pirsgirêkê li dora maseya muzakereyê rûnên."