YPG: 4 çete hatin kuştin

Di şerê li Şêx Meqsûd û Eyn Îsayê de 4 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê li ser şerê li Heleb û Kobanê qewimîn, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 29'ê Çileyê çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam li taxa Şêx Meqsûd êrîşî welatiyên me yên sivîl kirin. Hêzên me nuqteyên êrîş jê hat kirin tespît kirin û dest bi operasyonê kirin. Di operasyona li ser rêya Cendolê de derb li maşîneke bi doçka ya çeteyan hat xistin û bi qasî hat tespîtkirin 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû."

YPG'ê diyar kir, îro saet di 04:00 de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundê Abdulrezaq ê li rojhilatê bajarokê Eyn Îsa kirin û got, "Li ser destwerdana hêzên me şerekî dijwar qewimî. Di vî şerê hînê diqewime de herî kêm 2 çete hatin kuştin û cenazeyên wan hatin bidestxistin."

'ARTÊŞA TIRK ÊRÎŞÎ SÎNORÊ ROJAVA KIR

Di daxuyaniya YPG'ê de li ser êrîşên artêşa Tirk jî ev agahî hatin dayîn:

"Êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî çeperên hêzên me yên li ser sînorê Kobanê, ji 24'ê Cotmeha 2015'an û vir ve dem bi dem didomin.

Di vê çarçoveyê de artêşa Tirk roja 29'ê Çileyê saet di navbera 17:00-18:00 de êrîşî nuqteya Zeytînlîk a li rojavayê bajarokê Girê Spî ye, kir."