Hêzên dewleta Tirk dîsa êrîş kirin, têkilî bi birîndaran re qut bû

Li Cizîrê, birîndarên ku bi agahdariya rayedaran ji avahiyê derdiketin, di kêliya derketinê de careke din rastî êrîşa hêzên dewletê hatin. Piştî vê êrîşê têkiliya bi birîndaran re qut bû.

Ji bo wergirtina 16 birîndar û rakirina 6 cenazeyên ev 8 roj in li jêrzemîna avahiyeke li taxa Cûdî ya Cizîrê asê mane, careke din hewl hat dayîn, lê belê hêzên dewletê careke din êrîş kirin û nehiştin birîndar bên derxistin. Dema ku 9 kesên bi 16 birîndaran re hewl didan birîndaran ji malê derxînin û bigihînin ambûlansên şaredariyê yên li kolana Emîr Tacdîn a 700 metre dûrî avahiyê ye, hêzên dewleta Tirk êrîşî avahiyê kirin. Ji derdora avahiyê dengê teqînan hat û piştî vê êrîşî têkiliya bi birîndaran re qut bû.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz diyar kir, ku parlamenterên HDP'ê dema bi rayedarên Wezareta Karên Hundir re hevdîtin dikirin, bi birîndaran re bi rêya telefonê têkilî hatibû dayîn, rayedarên wezaretê ji birîndaran re gotine 'derkevin' û di vê kêliyê de hêzên dewletê êrîşî avahiyê kirin. Sariyildiz anî ziman, di dema axaftina bi telefonê re dengê teqîn, qîrîn û hawarê hatiye û got, "Wehşet bi rengekî herî namerdî dewam dike. Di kêliya ku birîndar wê derketibûna deng hat bihîstin û têkiliya bi wir re qut bû. Ev yek komployeke herî namerdî ye. Li pêş çavên cîhanê 30 mirov li ber înfazkirinê ne. Hevalên me yên berî 15 deqeyan bi rayedarên Wezaretê re hevdîtin kirin, di kêliya ku ji wan re hat gotin 'hûn dikarin derkevin' de êrîş kirin. Ev navên mirovên sax, ên birîndar didin, navan parve dikin. Serokkomar bi xwe jî hînê rewşê şaş radigihîne. Me gotin, eger îmkaneke we hebe, wêneyan bişînin ku mirovahî hemû vê wehşetê bibîne. Şandin. Dema ku ji wan re hat gotin, hûn dikarin derkevin, birîndaran hewl dan bi derfetên xwe derkevin. Lê ji hingî ve têkiliya me ya bi wan re qut bûye."