Nobeda berxwedanê bi tevlîbûnên nû dewam dike
Nobeda berxwedanê ya li taxa Girê Mîra ya Nisêbînê bi tevlîbûnên nû dewam dike.
Nobeda berxwedanê ya li taxa Girê Mîra ya Nisêbînê bi tevlîbûnên nû dewam dike.
Nobeda berxwedanê ya Meşvanên Botanê, ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Cizîrê hatiye destpêkirin, dewam dike. Ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê mirov tên beşdarî çalakiyê dibin. Duh Dayikên Şemiyê, malbatên Gezî û Pirsûsê û hunermend Pinar Aydinlar beşdar bûbûn. Çalakî wê heta rakirina dorpêçiya li ser Botanê bidome. Îro jî ji Amed, Îzmîr û Edeneyê komên nû beşdarî nobedê bûn. Berxwedêran duh bi şev li dora agir agir dadan û heta danê sibehê rewş nirxandin.
Di dema nobeda berxwedanê de dokûmantera li ser çîroka jiyana Sakîne Cansiz hat nîşandan. Çalakger kêlî bi kêlî rewşa birîndarên ev 8 roj in li jêrzemîna avahiyeke Cizîrê asê mane, dişopîne.