Balafirên şer bombe li gundê Mergereşê barandin
Balafirên şer ên Tirk duh êvarê bombe li qada Şêx Zade ya Xakurkê û li gundê Mergereşê barandin.
Balafirên şer ên Tirk duh êvarê bombe li qada Şêx Zade ya Xakurkê û li gundê Mergereşê barandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku di çarçoveya şerê topyekûn ê dewleta Tirk de, balafrên şer tevî Herêmên Parastinê yên Medyayê her wiha gundên sivîlan jî bombe dikin û hewl didin komkujiyan bikin. HPG'ê diyar kir, di van êrîşan de tiştek bi kesî nehatiye, lê belê gelê herêmê zerara madî dîtine.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Roja 29'ê Çileyê saet di navbera 14:00-16:00 û 19:00-21:00 de li Xakurkê, 28'ê Çileyê saet di 19:30 heta 30'ê Çileyê saet 02:30 li Garê, 29-30'ê Çileyê saet di 21:00-06:30 de li herêma Zapê, heman rojê saet di navbera 20:30-01:00 de li Avaşînê, 29'ê Çileyê saet di navbera 12:00-14:00 de li Metîna, 28'ê Çileyê saet di 16:00 heta 30'ê Çileyê saet 10:00 li herêma Heftanînê balafirên keşfê yên bêmirov geriyan.
29'ê Çileyê saet di navbera 12:00-15:00 li herêma Qendîlê, saet di navbera 14:00-16:00 û 19:30-21:00 de li Xakurkê, saet di navbera 12:30-13:00 û 20:00-21:00 de li herêma Avaşînê, saet di navbera 12:30-13:30 û 19:00-23:00 de li herêma Zapê balafirên şer geriyan.
29'ê Çileyê saet di navbera 20:00-21:00 de balafirên şer ên TC; qada Şêx Zade ya ser bi Xakurkê û gundê Mergereş bombe kirin. Ji ber bomberdûmanê depoya avê ya gund hatiye rûxandin.
28'ê Çileyê saet di navbera 19:00-20:00 de balafirên şer li pira Şatûnis a li herêma Avaşînê xistin.
28'ê Çileyê saet di navbera 18:00-21:00 de balafirên şer bombe li gundê Yekmalê yê Garê û Deşta Kafya bombe kirin.
Roja 29'ê Çileyê saet di navbera 09:00-14:00 de qereqola Tepê Sor a li qada Deştanê ya li Metîna û li ser qereqolên li derdorê helîkopterên bi tîpa Skorsky geriyan."