Êrîş danê êvarî li Sûrê dijwar bûn

Li navçeya Sûr a Amedê ev 60 roj in berxwedan didome, danê êvarî di encama êrîşan de dûman bilind dibin.

Li navçeya Sûr a Amedê ev 60 roj in berxwedan didome, danê êvarî di encama êrîşan de dûman bilind dibin.

Li navçeya Sûr a Amedê ev 60 roj in li hember dorpêç û êrîşan berxwedana xwerêveberiya gel didome, danê êvarî êrîş dijwar bûn. Ji navçeyê dengên teqîn û çekan û her wiha dûman bilind dibin. Dîsa tîmên taybet ên tevî hemû tiştî dikin jî nikarin bikevin navçeyê, qada dorpêçê fireh dikin, “qedexeya kolanan” a li 5 taxên din hatine îlankirin ev 3 roj in didome.

Li dijî taxên Sûrê êrîşên hêzên dewletê dijwar dibin, ji duh ve tevahî ketin û derketinê navçeyê hatine girtin. Welatiyên dixwazin biçin malên xwe ji aliyê tîmên taybet rastî kontrolkirina fîzîkî û nasnameyên tên, her wiha heqaret û tehdîtan jî dibihîzin.