BI DÎMEN

Sine salvegera rizgariya Kobanê silav kir

Kurdistaniyên li bajarê Sine û derdora wê dijîn, yekemîn salvegera rizgariya Kobanê ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi xwepêşandaneke korsanî pîroz kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Sine û derdora wê dijîn, yekemîn salvegera rizgariya Kobanê ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi xwepêşandaneke korsanî pîroz kirin. Li Sineyê, bi hezaran kes bi carekê daketin kolanan û dirûşmên "Bijî PKK, Bijî YPG-YPJ" qîriyan.

BI CAREKÊ VE LI GELEK CIHAN ÇALAKÎ HATIN LIDARXISTIN

Tevî hemû dibetiya êrîş û astengiya hêzên rejîma Îranê jî, bi hezaran kes li gelek nuqteyên bajarê Sineyê daketin meydana û govend gerandin. Di heman demê de konvoyek ji gelek wesayîtan li nava bajêr geriya. Piştî ku konvoy xwe gihand navenda bajêr û meydana navendî, li gelemperiya bajêr pîrozbahiyan destpê kirin.

Li ser çiyayê jorî bajêr, agir hat dadan. Tevî hemû astengiyên hêzên rejîmê jî pîrozbahiyan heta derengiya şevê dewam kirin.