Însiyatîfa Ciwanên Apoyî ya Rojhilatî: Em li cem berxwedana Bakur in

Însiyatîfa Ciwanên Apoyî ya Rewanser ya Rohilatê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand, berxwedanên xwerêveberiya Bakur silav kir, qetlîamên dewleta Tirk şermezar kir. Wiha hat gotin: “Em tecrîda li ser Rêber Apo bi tundî şermezar dikin.”

Însiyatîfa Ciwanên Apoyî ya Rewanser ku li bajarê Kirmanşan birêxistinkirî ne, daxuyaniyek nivîskî weşand, got terora dewleta Tirk a li ser bajarên Bakurê Kurdistanê nayê qebûlkirin. 

Însiyatîfa Ciwanan da xuyakirin ku piştgiriya kampanyaya Berxwedan Jiyane ya li ser tevna civakî dikin, wiha dom kir: “Em wek Ciwanên Apoyî yên Rewanserê li berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê xwedî derdikevin, dewleta Tirk şermezar dikin. Em tecrîda li ser Rêber Apo bi tundî şermezar dikin.” Di daxuyaniyê de zextên di pêvajoya dawî de li Îranê jî hat bidestgirtin.

Ciwanên Apoyî bal kişandin ser girtinên siyasî, wiha got: “Em rejîma Îranê hişyar dikin, dawiyê li zext û şîdetê bînin. Em ê li hember vê siyaseta qirêj a rejîma Îranê bê deng nemînin, bersivê bidin.”