Ambûlansê xwe nêz kir, topbaranê destpê kir
16 birîndarên li jêrzemîna avahiyek li Cizîrê asê mane ev 8 roj in li benda ambûlansê ne. 9 kesên li cem wan, hewl dan birîndaran bibin Dortyolê cihê ambûlansa Şaredariyê bê, lê belê dema ambûlans gihaşt herêmê, topbaranê destpê kir.