Ji konferansa li Kerkûkê biryara 'xwerêveberiyê'

Tevgera Azadî danezana encamê ya konferansa xwe ya li Kerkûkê aşkere kir.

Tevgera Azadî danezana encamê ya 1. konferansa xwe ya li Kerkûkê aşkere kir.

Tevgera Azadî encamên konferansê bi 10 xalan ragiahnd û da zanîn, xebatên sîstema xwerêveberiyê wê ji bo wan esas be.

TESPÎT Û BIRYAR

Biryarên di konferansê de hatin wergirtin bi vî rengî ne:

"Ji bo pêşvebirina siyaseta demokratîk û xweseriya demokratîk em ê têkoşîna xwe mezin bikin û modela xwerêveberiya demokratîk bikin bingeha xebatên xwe yên ji niha û pê ve.

Ji bo çareserkirina krîzên heyî û birêxistinkirina mûxalîfên sîstema heyî qebûl nakin, li gund, bajarok, navçe û bajaran wê komîte werin avakirin. Her wiha wê têkoşîna çînî bi aktîf were meşandin.

Girîngiyeke mezin wê ji xebatên çapemenî, çand, wêje hwd. re were dayîn. Salê carekê wê kadro û xebatkar werin perwerdekirin.

Ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê wê bîrdariyek bê çêkirin.

Pêwîste fermandariya hevpar a bi xwîna gerîla û pêşmergeyan derket holê, ji dest neçe. Ji bo parastina welatiyan û hêsankirina jiyanê, divê hêza asayîşeke hevpar tavilê were avakirin.

Di têkoşîna li hemberî şîdeta li dijî jinê de em ê bi hemû hêza xwe re li cem têkoşîna jinê bin û di vî warî de bêhtir bi rêxistinî têbikoşin.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên koç û bêkariyê xebateke berfireh were meşandin, di mijara koçberiyê de ciwan werin perwerdekirin û bi vî rengî pêşî li koçberiyê were kirin.

Di çarçoveya pîvan û felsefeya jiyana bi hev re de bi hemû aliyên siyasî, komên etnîkî, kesayetên serbixwe yên demokrat û dengên mûxalîf ên li Kerkûkê re têkilî were pêşvebirin û polîtîkayên ji bo çareseriya pirsgirêkan bên afirandin.

Ji bo parastina cihên dîrokî û parastina ekolojiyê xebatên berfireh bên meşandin. Ji bo gel ji gaz û petrola li herêmê sûdê werdigire, em ê bibin şopdarên kar û barên firotina petrolê.

Ji bo bi cih anîna xala 140. em ê kar bikin."