BI DÎMEN

Ciwanên Daquqî: Em amade ne li Bakur şer bikin

Pêşmergeyên ciwan ên Daquqî yên bi dilxwazî li eniya şer Başûrê Kurdistanê ji çeteyên DAIŞ'ê diparêzin dan xuyakirin, ku ew amade ne li hemberî terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê şer bikin.

Pêşmergeyên ciwan ên Daquqî yên bi dilxwazî li eniya şer Başûrê Kurdistanê ji çeteyên DAIŞ'ê diparêzin dan xuyakirin, ku ew amade ne li hemberî terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê şer bikin. Ciwanên li eniya parastina welêt in, banga berxwedanê li gelê Kurd kirin.

Hêzên pêşmerge yên dilxwaz ên Daquqî, piştî daxuyaniya çapemeniyê ji ANF'ê re axivîn û bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kirin ku li dijî hikûmeta AKP'ê derkeve.

Ji van ciwanan Armanc Kurd bal kişand ser bêdengiya li pêşberî komkujiyên li Bakurê Kurdistanê û got, "Ez berxwedana ciwanên welatparêz ên li Bakurê Kurdistanê silav dikim. Komkujiyên dewleta Tirk ku jin zarok, ciwan û extiyaran qetil dike, şermezar dikim. Pêwîste hikûmeta Başûrê Kurdistanê li hemberî vê komkujiyê bêdeng nemîne û bi lezgînî bikeve nava tevgerê."

Germiyan Daquq jî diyar kir, divê li hemberî komkujiyan berxwedan bidome û ragihand, ku ew ê piştgiriyê bidin vê berxwedanê. Daquq got, "Weke ciwanên welatparêz ên ji Başûrê Kurdistanê, em li cem xwişk û birayên xwe yên li Bakurê Kurdistanê li ber xwe didin e. Ez, komkujiyên ji aliyê AKP, Erdogan û Dewleta Tirk ve tên kirin, şermezar dikim."

Karox Germiyanî jî berxwedana YPS'ê ya li hemberî komkujiyan pîroz kir û bang li ciwanên Başûrî kir ku cihê xwe di nava refên berxwedanê de bigirin. Germiyanî got, "Li pêş çavên tevahiya cîhanê çi jin çi jî zarok, komkujî li hemberî gelê me yê li Bakur tê kirin. Deng ji kesî dernakeve, lê belê gelê Kurd ber bi serketineke mezin ve diçe. Ez bang li ciwanên li Başûrê Kurdistanê dikim ku tevlî nava refên YPS'ê bibin."