Bi birîndarên li Cizîrê re têkilî bi temamî qut bû

Li Cizîrê li gel hemû hewldanan wergirtina birîndaran, piştî êrîşên hêzên dewletê bi birîndaran re têkilî bi temamî qut bû. Heyeta HDP'ê ya li Wezareta Karên Hundir di nav hewldanan de bû diyar kir ku fikarên wan ti car ewqas zêde nebibû.

Heyeta HDP'ê ev 3 roj in ku ji bo birîndar û cenazeyên di qata bodruma ya malekê de asê mane wergirin, li Wezareta Karên Hundir di nav hewldanan de bûn. Heya niha hewldanên heyetê ya ji bo wergirtina birîndaran bê encam ma. Ji ber sozên ku ji aliyê rayedarên hikumet û dewletê ve hatî dayîn, îro dihat payîn ku birîndar ji cihê ku lê ne werin derxistin. Lê piştî êrîşên îro hate kirin, bi birîndaran re têkilî bi temamî qut bû. 
'FIKARÊN ME TI CAR EWQAS ZÊDE NEBÛ'
Li gor agahiyan, rayedarên dewletê jî destûr nedan ku komên tenduristiyê bigihin avahiya ku birîndar lê ne û ji birîndaran niha ti agahî nayê girtin. Heyeta HDP'ê der barê mijarê de tirs û fikarên xwe bi gotinên "Fikara me di nav van 8 rojan de ti carî ewqas zêde nebibû" anîn ziman. Heyetê da xuyakirin ku wê der barê mijarê de daxuyaniyeke berfireh bidin.