'Piştgirî têrê nake, divê mirov bibin parçeyek ji berxwedanê'
Jinên ji Stenbolê tevlî çalakiya nobeda berxwedanê ya Meşvanên Botanê bûne diyar kirin, ku piştgiriya ji bo berxwedanê têrê nake, divê mirov bibin parçeyek ji vê berxwedanê.
Jinên ji Stenbolê tevlî çalakiya nobeda berxwedanê ya Meşvanên Botanê bûne diyar kirin, ku piştgiriya ji bo berxwedanê têrê nake, divê mirov bibin parçeyek ji vê berxwedanê.
Nobeda berxwedanê ya li Girê Mîra ji aliyê Meşvanên botanê ve hat destpêkirin, di roja 8. de ye. Jinên aktîvîstên aştiyê yên ji Stenbolê tevlî çalakiyê bûne, bang li her kesên alîgirê jiyaneke bi rûmet kirin ji bo bên Botanê.
Ji aktîvîstan Muge Ataç da xuyakirin, ku ew ne ji bo destekkirinê weke parçeyek ji berxwedanê hatine tevlî çalakiyê bûne û got, "Ji bo rêvebirina xwe bi xwe, azadiya ramanê û parastina jiyaneke azad û wekhev, divê her kes tevlî berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Kurd bibin."
Ozlem Baykûrtaran jî ku yek ji aktîvîstên ji Stenbolê hatiye diyar kir, ew beriya niha tevî nobeda berxwedanê ya ji bo Kobanê li Pirsûsê bûbû û di wê çalakiyê de li cem wan endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Yavûzel ê 8 roj in li jêrzemîna avahiyek li Cizîrê tevî birîndaran asê maye, amade bû.
Baykûrtaran da zanîn ku Yavûzel heta azadiya Kobanê dest ji berxwedanê berneda û got, "Niha jî, heta em vê dorpêçiyê bişikînin, em ê dev ji hevrêyên xwe bernedin." Baykûrtaran bang li her kesên alîgirê jiyaneke bi rûmet kir ku tevlî berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Kurd bibin.