Sariyildiz: Divê Xaça Sor bikeve dewrê

Sariyildiz bang li Xaça Sor û Federasyona Hêva Sor kir, wiha got: “Em daxwaz dikin ku Xaça Sor ji bo birîndarên li bodrûma têkoşîna jiyanê didin demildest bigihêjin xizmetên tenduristiyê bikeve dewrê.”

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz di banga ji bo Xaça Sor û Federasyona Heyva Sor wiha got: “Mafê jiyanê ji aliyê hiqûqa gerdûnî ve bi awayekî herî aşkera tê îhlalkirin. Ji ber cîdîbûna rewşê, pêwîstî heye ku Xaça Sor alîkariyên xwe texsîr neke. Em daxwaz dikin ku Xaça Sor ji bo birîndarên li bodrûma têkoşîna jiyanê didin demildest bigihêjin xizmetên tenduristiyê bikeve dewrê.”

Sariyildiz di nav bangê de rapor û daneyên têkîldarî êrîşên dewleta Tirk rêz kir û herî dawî wiha bang kir: “Mafê jiyanê ji aliyê hiqûqa gerdûnî ve bi awayekî herî aşkera tê îhlalkirin. Ji ber cîdîbûna rewşê, pêwîstî heye ku Xaça Sor alîkariyên xwe texsîr neke. Em daxwaz dikin ku Xaça Sor ji bo birîndarên li bodrûma têkoşîna jiyanê didin demildest bigihêjin xizmetên tenduristiyê bikeve dewrê.”