Endamên bawermendên olî yên Kongereya Îslam a Demokratîk ên cihê xwe di meşa Botanê de girtin, di berxwedana nobedê ya li Girê Mîra berdewam dike de dest bi rojiya berxwedanê kirin.
Endamên bawermendên olî (DÎK) li hember êrîşên terora dewleta Tirk li Stenbol, Amed, û Wanê bi dirûşma “Li hember zilmê rojiya berxwedanê” dest bi rojiya berxwedanê ya bêdem û dorveger di çarçoveya meşa Botanê ya li gundê Girêmîra ya navçeya Nisêbînê cih li gel berxwedana nobedê girtin.
‘LI HEMBER VÊ HOVÎTIYÊ EM ÊDÎ XWE RANAGIRIN’
Sekrekterê Giştî yê Şûra DÎK’ê Mele Fahrî Dogan ragihand ku li hember êrîşên hovane yên hêzên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê û qetlîamên sivîlan dorveger dest bi rojiya berxwedanê dikin.
Mele Dogan diyar kir ku êdî li hember vê hovîtiyê xwe ranagirin, bang li hemû alema Îslamê kir ku li hember van hovîtiyan rabin çalakiyan û dawî li hovîtiya bînin.