Ji bo şikandina dorpêçiyê bi hezaran kes li hev civiyan

Ji bo xwedîderketina li berxwedana Sûrê û şikandina dorpêçiya ev du meh in dewam dike, bi hezaran kes wê ber bi Sûrê ve bimeşin.

Li navçeya Amed Sûrê, berxwedana xwerêveberiyê ya li dijî dorpêçî û êrîşên hêzên dewleta Tirk 2 meh li dû xwe hişt. Bi armanca destekkirina vê berxwedana dîrokî û şikandina dorpêçiyê, bi pêşengiya DBP, HDP, KJA û DEM-GENÇ'ê bi hezaran kes li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê li hev civiyan.

Malbatên Ramazan Ogut, Rozerîn Çûkûr, Gunduz Akmeşe, Hakan Aslan, Tûrgay Gîrçek ên cenazeyên wan nikarin bên rakirin jî di nav de, bi hezaran kes li qadê kom bûn. Girseya gel wê ber bi Sûrê ve bimeşe.