Çete neçar man xwe vekişînin
Çeteyên DAIŞ'ê yên hewl dan êrîşî Bendava Tişrînê û Eyn Îsa bikin, li ser bersiva şervanên YPG/YPJ'ê neçar man xwe vekişînin.
Çeteyên DAIŞ'ê yên hewl dan êrîşî Bendava Tişrînê û Eyn Îsa bikin, li ser bersiva şervanên YPG/YPJ'ê neçar man xwe vekişînin.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser êrîşên DAIŞ'ê û şerê qewimîn de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"1'ê Sibatê saet di 11:00 de çeteyên DAIŞ'ê hewl dan êrîşî derdora Bendava Tişrînê ya li başûrê Kobanê bikin. Piştî destwerdana hêzên me ji bo demeke kurt şer derket. Çete neçar man ji herêmê birevin.
1'ê Sibatê saet di 08:00 de çeteyên DAIŞ'ê saet topên hawanê avêtin rojhilatê bajarokê Eyn Îsa û saet di navbera 13:00-13:30 de jî avêtin başûrê bajarok.
2'ê Sibatê (îro) saet di 03:30 çeteyên DAIŞ'ê hewl dan êrîşî rojhilatê bajarokê Eyn Îsa bikin. Piştî destwerdana hêzên me, çete ji herêmê reviyan. Komên çete yên ji herêmê reviyan, saet di navbera 05:30-06:00 de bi topên hawanê êrîşî heman herêmê kirin."