Ji YPS'ê daxuyaniya li ser Cizîrê
YPS'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ku pêkane dewletê birîndarên li Cizîrê înfaz kiribe.
YPS'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ku pêkane dewletê birîndarên li Cizîrê înfaz kiribe.
YPS'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ku pêkane dewletê birîndarên li Cizîrê înfaz kiribe.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser daxuyaniyên dewleta Tirk û manîpulasyonên di çapemeniyê de.
Metna daxuyaniya nivîskî ya Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bi vî rengî ye:
BI AWAYEKÎ YEKALÎ GULE LI MALA BIRÎNDAR TÊ DE NE TÊN REŞANDIN
"Li derdora mala bi hejmara 23. a li taxa Cûdî yan jî li cihekî nêzî vê derê, ti hêza me nîne. Li wê derê şer jî nîne.
Hêzên dewleta AKP'ê, bi awayekî yekalî guleyan li mala sivîlên birîndar ev 10 roj in tê de ye, direşînin.
JI BO HINCETÊ JI KOMKUJIYÊ RE BIBÎNIN, NÛÇEYÊN DEREW DIWEŞÎNIN
Hemû nûçeyên li ser vê malê tên weşandin, çîrokek ji derewan pêk tê. Nûçeyên bi îdîaya; fermanên 'Memo, Rozan rizgar bikin' hemû nerast in. Ji bo komkujiya ku kirine hincetekê bibînin, nûçeyên ji derewan diafirînin.
DIBE KU BIRÎNDAR HATIBIN ÎNFAZKIRIN
Hêzên dewleta AKP'ê di 30'ê Çileyê de li hemberî vê malê operasyonek pêk anî û ev mal xistin bin kontrola xwe. Xuya ye hemû mirovên me yên sivîl înfaz kirine. Eger rewş ne bi vî rengî bûya, wê li ser mirovên di malê de ne agahî bihata dayîn. Em bi awayekî vekirî dibêjin; li derdora vê malê bi ti awayî şer neqewimiye, hêzên dewleta Tirk bi awayekî yekalî êrîşî vê malê dikin. Em ji raya giştî re radigihînin ku em ji hemû lêkolîn û lêpirsîna heyetên bêalî re amade ne. Ji bo rastî derkeve holê, em amade ne bi her awayî alîkariyê bidin lêpirsîn û lêkolînên werin kirin.
DEWLET MANÎPULASYONÊ DIKE
Dewleta AKP'ê, mîna her carê di vê mijarê de jî, bi devê yên herî payebilind re manîpulasyoneke mezin dike, agahiyên şaş dide civakê, daxuyaniyên dûrî ji rastiyan diweşîne û nûçeyên dûrî ji rastiyan diafirîne. Mînaka vê ya herî dawî jî derew; 'di nava refên me de sekvanên Sirp hene'."