BI DÎMEN

Ciwanên ji Xurmatû: Dem li dijî dagirkeriya Tirk dema tevgerê ye

Ciwanên ji Xurmatû bi daxuyaniyekê destek dan YPS a li dijî êrîşên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê têdikoşe.

Ciwanên ji Xurmatû bi daxuyaniyekê destek dan YPS a li dijî êrîşên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê têdikoşe. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dewleta Tirk, ji bo gelê Kurd nebe xwedî destketî bi rêxistineke wehşî ya mîna DAIŞ'ê re tifaq kir û destek dayê. Pêwîste ji niha û pê ve navendên aborî û leşkerî yên dewleta Tirk hedef werin girtin û ji vê helwesta dijminatiya li Kurdan dike bê poşmankirin."

Piştî ciwanên Kerkûk, Kîfrî û Daquqê, destekeke din a ji bo Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) ên li dijî êrîşên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê têdikoşe, ji ciwanên ji Xurmatû hat.

Komek ji ciwanan a bi navê "Ciwanên fedayê azadiya gel" li navçeya Xurmatû ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê banga berxwedanê li ciwanên Başûrê Kurdistanê kir. Ciwanan gotin, "Roj, li dijî dagirkeriya Tirk bi ruhê berxwedana Kobanê re meşandina têkoşînê û xwedîderketina li berxwedana Bakurê Kurdistanê ye."

Ciwanên ji Xurmatû xwestin hemû navendên leşkerî û aborî yên dewleta Tirk hedef werin girtin û destnîşan kirin, ku dem hatiye êdî li hemberî êrîşên dewleta Tirk bikevin nava tevgerê. Ciwanan gotin, "Dewleta Tirk, ji bo gelê Kurd nebe xwedî destketî bi rêxistineke wehşî ya mîna DAIŞ'ê re tifaq kir û destek dayê. Pêwîste ji niha û pê ve navendên aborî û leşkerî yên dewleta Tirk hedef werin girtin û ji vê helwesta dijminatiya li Kurdan dike bê poşmankirin.

'GELÊ KURD ÇÎROKEKE NÛ YA LEHENGIYÊ DINIVÎSÎNE'

Di daxuyaniyê de berxwedana Bakurê Kurdistanê hat silavkirin û hat destnîşankirin ku gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya YPS'ê çîrokeke lehengiyê dinivîsîne.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Di destpêkê de em silavên xwe ji gelê xwe yê li Bakurê Kurdistanê re dişînin. Li pêşberî berxwedana xweseriya demokratîk û xwerêveberiyê bejna xwe ditewînin. Û dibêjin; berxwedana we hêviya azadiyê û berxwedana bidestxistina statuya gelê Kurd e. Berxwedana di nava çend mehan de li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Silopiya û Farqînê derket holê careke din nîşanî me da, ku ruhê berxwedana Kobanê bi heybetî li bajarên Bakurê Kurdistanê dewam dike."

'DEM DEMA TEVGERÊ YE'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku dewleta Tirk û AKP ev şeş meh in bi hovane êrîşî gelê Kurd ê li bajarên Bakurê Kurdistanê dikin û hat gotin, "Bi hedefgirtina jin, zarok, extiyar, ciwan û tevahiya sivîlan re dixwaze daxwaza xwerêveberiyê ya gelê Kurd bi van rêbazên leşkerî yên li dijî mirovahiyê re bitepisîne. Di van êrîşên dewleta Tirk de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Di serî de li Cizîr û Sûrê zexta koçberiyê li sedan mirovan hat kirin û mal hatin xerakirin, talankirin. Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de bi hezaran siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û rojnamevan hatin girtin. Ev êrîş hînê jî dewam dikin. Dem li dijî van êrîşan dema tevgerê ye."

'EM Ê DEWLETA TIRK POŞMAN BIKIN JI BER KU DIJMINATIYÊ LI KURDAN DIKE'

Ciwanan gotin, "Li hemberî van bûyeran, eger pêwîstî pê hebe divê navendên leşkerî û aborî yên dewleta Tirk hedef werin girtin û ji ber vê helwesta xwe ya dijminatiya li Kurdan dike, bê poşmankirin." Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Bi ser xistina berxwedana Bakurê Kurdistanê wezîfeya her Kurdê xwe weke welatparêz dibîne ye. Beriya her tiştî wezîfeya ciwanên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat e."

'KURDÊN BI DEWLETA TIRK RE TIFAQÊ DIKIN, DIVÊ VAN TÊKILIYÊN XWE BIQEDÎNIN'

Ciwanên ji Xurmatû bang li partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê kirin ku li hemberî vê rewşê helwestê nîşan bidin û gotin, "Weke ciwanên dilxwaz ên welatparêz em radigihînin, ku ji bo şerekî li dijî zîhniyeta faşîst a dewleta Tirk, em amade ne bi gelê re tevbigerin. Em vê bangê li gel û ciwanên Başûrê Kurdistanê dikin: Ji bo sedsala 21'an bibe sala azadî û yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd, bila destekê bidin berxwedana xwerêveberiyê ya gelê me yê li Bakurê Kurdistanê û tevlî nava refên YPS'ê bibin. Kurdên bi dewleta Tirk re tifaqê dikin, pêwîste van têkiliyên xwe bibin, tavilê ji gelê Kurd lêborînê bixwazin û li cem gelê xwe cih bigirin."

'TEVLÎBÛNA LI NAVA REFÊN YPS'Ê JI BO ME CIHÊ RÛMETÊ YE'

Piştî daxuyaniyê ji 'Ciwanên fedayê azadiya gel' Karzan Cûdî û Egîd Şêrko ji ANF'ê re axivîn.

Karzan Cûdî: Weke ciwanên ji Xurmatû, ji bo em ragihînin ku êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê qebûl nakin û em ê li ber xwe bidin, em li hev civiyan e. Dewleta Tirk bi pêkanînên li dijî mirovahiyê re êrîşî gelê me yê li Bakurê Kurdistanê dike. Em dixwazin dijmin hemû bizanibin ku xwişk û birayên me yên li wê derê ne bi tenê ne. Tevlîbûna li nava refên YPS'ê û şerkirina li dijî dijminê Kurdan ji bo me cihê rûmetê ye.

Egîd Xurmatû: Weke ku tê zanîn dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê li dijî gelê me dest bi pêleke mezin a êrîşê kiriye. Weke ciwanên welatparêz ên Xurmatû me xwest nîşan bidin ku li dijî van êrîşan em li cem gelê xwe ne. Em dixwazin li nava berxwedana xwerêveberiyê bin. Ev yek ne tenê wezîfeya me ye, ya tevahiya ciwanên Başûrê Kurdistanê ye. Ji kîjan partiyê dibe bila bibe, girîng e her kes berjewendiyên xwe yên siyasî deynin aliyekî û cihê xwe di nava berxwedana xwerêveberiyê de bigirin.

...