YE divê li hember pêkanînên li bajarên Kurdan hê zêdetir bêdeng nemîne!
Hevseroka Koma Keskan a YE Rebeka Harms diyar kir ku divê Yekîtiya Ewropa li hember êrîşên dewleta Tirk a li hember bajarên Kurdan bêdeng nemîne.
Hevseroka Koma Keskan a YE Rebeka Harms diyar kir ku divê Yekîtiya Ewropa li hember êrîşên dewleta Tirk a li hember bajarên Kurdan bêdeng nemîne.
Hevseroka Koma Keskan a YE Rebeka Harms bi daxuyaniyek da çapemeniyê û wiha got: “ Komîsyon û Konseya Yekîtiya Ewropa (YE), divê li hember êrîşên rêveberên Tirk ên li ser bajarên Kurdan ên binpêkirina mafên mirovan hê zêdetir bêdeg nemîne û nebe çavdêr.”
Harms bal kişand ser şer û pevçûnên di navbera dewleta Tirk û PKK’ê de û wiha axivî: ” Eger ev şer hê jî kûrtir bibe, wê bibe sedema koçberiyên mezin. Divê ji aliyê YE’yê ve ev baş bê zanîn û li gor wê hesabê xwe bike.” Hamis diyar kir ku ji bo dawî hatina şerê di navbera dewleta Tirk û PKK’ê de, divê YE bikeve dewreyê.
Rebaka Harms hefteya bihurî tevlî kongreya HDP’ê bibû, beriya ve ji çibû Kurdistanê û diyar kir ku rewşa niha ya li herêmên Kurdan metirsîdar e. Hamis diyar kir ku ji bo aştî û çareseriyê projeyên HDP’ê hene, divê ji bo wê YE hêz bide vê û têkeve nava tevgerê.
Harms wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Pêkanînên hêzên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd ên li Kurdistanê nayê pejirandin, li gel vê binpêkirinên mafê mirovan pir tê jiyîn. Rewş bi vî awayî biçe ber bi xeterî û metirsiyên giran vedike.”