Li Girê Mîra dewlet yek bi yek êrîşî malan dike
Li taxa Girê Mîra ya Nisêbînê, ku hêzên dewleta Tirk êrîşî meşvanên Botanê dikin, zêdeyî 150 kes hatin binçavkirin.
Li taxa Girê Mîra ya Nisêbînê, ku hêzên dewleta Tirk êrîşî meşvanên Botanê dikin, zêdeyî 150 kes hatin binçavkirin.
Êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li hemberî Meşvanên Botanê yên ji bo rakirina dorpêçî û êrîşên li ser Cizîrê li taxa Girê Mîra ya Nisêbînê ne, dewam dikin. Hêzên dewletê bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî meşvanan kirin. Her wiha yek bi yek diavêjin ser malan û mirovan binçav dikin.
Tax ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye dorpêçkirin. Li ser banê xaniyê sersaxiyê jî tîmên tevgera taybet hatine bicihirin. Destûr nayê dayîn heyeta ÎHD'ê ya Mêrdînê bikeve nava taxê. Di serdegirtinên malan ên heta niha de zêdeyî 150 kes hatine binçavkirin. Welatiyên hatin binçavkirin, bi mînîbusên polîsan birin Qereqola Jendermeyan a Nezîrhanê.
Hêzên dewleta Tirk nahêlin girseya gel a ji bo destekkirinê ji navenda Nisêbînê hatiye bikeve nava taxê.