Hevdîtinên Cenevre-3 dewam dike
Hevdîtinên Cenevre-3 bi hevdîtina di navbera Nûnerê Daîmî yê NY ê Sûriye Sefîr Beşar El Caferî û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NY Staffan de Mîstûra de de dewam dike.

Hevdîtinên Cenevre-3 ên di pêşengiya NY bi armanca çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê pêk tên, duh Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NY Staffan de Mîstûra piştî civîna bi Komîteya Bilind a Muzakereyê (Heyeta Riyadê) ku qaşo ji mûxalefeta Sûriyeyê pêk tê re, bi awayekî fermî îlan kiribû ku destpê kiriye.
Îro jî Mîstûra bi Nûnerê Daîmî yê NY ê Sûriye Sefîr Beşar El Caferî û heyeta pê re hevdîtinê pêk tîne.
Beriya hevdîtinê ti daxuyanî nehatin dayîn, alî yekser derbasî salona hevdîtinê bûn.
El Caferî rojên bihurî dabû xuyakirin ku PYD’ê wek ‘rêxistinek terorîst’ nabînin û gotibû pêwîstî heye Kurd jî tevlî hevdîtinên Cenevre-3 bibin.
Her wiha Caferî destnîşan kiribû ku Tirkiye li ser mûxalefeta Sûriyeyê zextê ava dike, wiha anîbû ziman: “Eger Tirkiye li Sûriyeyê aliyê çareseriya siyasî be divê êdî dest ji perwerdekirin û şandina terorîstan a Sûriyeyê berde.”
Caferî li bajarê Cenevre yê Swîsre beriya hevdîtina li Ofîsa wî ya Cenevre ya NY bêyî ti daxuyaniyan bide çapemeniyê derbasî salona ku wê hevdîtin pêk were bû.