BI DÎMEN

Gelê Şengalê berxwedana Bakur silav kir

Di çarçoveya çalakiyên xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê de, li çiyayê Şengalê meşek hat lidarxistin.

Bi armanca şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike û silavkirina berxwedana xwerêveberiyan, li çiyayê Şengalê meşek hat lidarxistin. Di meşê de pankarte ji navên endamên YPS û YPS Jin ên di şer de jiyana xwe ji dest dan hat hilgirtin û ciwanên Şengalî jî banga tevlîbûna li nava refên YPS'ê kirin.

Meş bi pêşengiya jinan, bi tevlîbûna zêdeyî 500 kesî pêk hat. Jinên Şengalî pankartên ji wêne û navên endamên YPJ Jin ên jiyana xwe ji dest dane hilgirtin û berxwedana YPS Jin silav kirin.

Di meşê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Erdogan û DAIŞ yek e", "Cizîr bimeşe, Şengal bi te re ye", "Bijî Rêber Apo" hatin qîrîn.

Fermandarê Hêzên Parastina Şengalê (HPŞ) Heyder Şeşo jî beşdarî çalakiyê bû û li vir axivî. Şeşo bal kişand ser berxwedana zêdeyî 3 meh in dewam dike û destnîşan kir, ku heta serketinê divê ev berxwedan bidome. Şeşo ji bo serketina berxwedanê jî bal kişand ser girîngiya desteka gel.

Şeşo diyar kir, êşa çar parçeyên Kurdistanê êdî hevpar e û bang li her kesî kir, ku ji bo êrîşên bê pîvan û bê wijdan ên dewleta Tirk bi dawî bibin, zextê li hêzên navneteweyî bikin.

...