Ji Esad reviya, ket nava lepên Erdogan
Malbata Mihemed, ku dema li Şamê bû di dema şerê navxweyî yê ji ber pêkanînên antî demokratîk ên rejîma Esad mala xwe terikand û koçî Cizîrê kir, vê carê jî ji aliyê rejîma Erdogan ve hat sirgûnkirin.
Malbata Mihemed, ku dema li Şamê bû di dema şerê navxweyî yê ji ber pêkanînên antî demokratîk ên rejîma Esad mala xwe terikand û koçî Cizîrê kir, vê carê jî ji aliyê rejîma Erdogan ve hat sirgûnkirin.
Malbata Mihemed, ku dema li Şamê bû di dema şerê navxweyî yê ji ber pêkanînên antî demokratîk ên rejîma Esad mala xwe terikand û koçî Cizîrê kir, vê carê jî ji aliyê rejîma Erdogan ve hat sirgûnkirin.
Yek ji sedan malbatên li otel û pansiyonên li Germava li navçeya Basan a Şirnexê bi cih bûne, malbata Mihemed a ji Rojavayî ye. Malbata Mihemed a ji ber êrîşên rejîma Esad mala xwe ya li Şamê terikand û li Cizîrê bi cih bû, vê carê jî ji ber êrîşên rejîma Erdogan sirgûn bû. Çîroka vê malbatê careke din radixe pêş çavan ku Serokkomar Tayyîp Erdogan ê di her firsendê de ji Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad re dibêje 'dîktator' dema mijar Kurd be, ji Esad ne cudatir e.
'DÎKTATORAN EW BÊ MAL HIŞTIN'
Asya Mihemed ku bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê re tevî malbata xwe berî 4 salan mala xwe ya li taxa Rîkîndîno ya Şamê terikand û li taxa Cûdî ya Cizîrê bi cih bû got, "Dema şer li wir destpê kir, neçar mam birevim Cizîrê. Ev 4 sal in li Cizîrê dimam. Dema li Cizîrê şer destpê kir, neçar mam birevim vê derê."
Asya Mihemed da xuaykirin ku rewş roj bi roj nebaş dibe û got, "Rewşa me nebaş e. Her çend em dibêjin wê rojekê baş bibe jî roj bi roj ber bi nebaşiyê ve diçe. Em ji şer reviyan, lê li Cizîrê ketin nava şer."
Asya Mihemed diyar kir, hevserê wê li Cizîrê dixebitî û ew xwedî dikir, lê li Germavê kar bi destê hevserê wî nakeve. Mihemed got, "Rewşa me li Cizîrê ne xerab bû. Hevserê min dixebitî, zarokên xwe xwedî dikir. Lê piştî em hatin vê derê kar bi destê me neket. Rewşa me roj bi roj ber bi nebaşiyê ve diçe. Her tişt ji nava destên me dişemite û diçe."
'HER ROJ GULE LI MALA ME DIHAT REŞANDIN'
Asya Mihemed anî ziman, ku ew ji şer reviya lê ket nava şerekî din û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li Cizîrê her roj gule li taxa me dihat reşandin. Top dihatin avêtin. Dema topek li mala me ket, em neçar man birevin. Ev 7-10 roj in em li vir dijîn. Jiyan zehmet e. Em li Şamê ji şerê Esad reviyan. Li Cizîrê jî em ji şerê Erdogan reviyan. Bi tank û topan êrîş dikir."
'ZILMÊ NATERIKÎNIN'
Asya diyar kir, zilm li her derê li ser serê Kurdan kêm nabe û got, "Em ji zilmê direvin, lê zilm dîsa derdikeve pêşiya me. Vê zilmê her yekî ji me li cihekî belav kir. Hin kes reviyan, hin mirin, hin jî birîndar bûn... Binêrin li Rojava, li Rojhilat, li her derê şer li dijî Kurdan tê meşandin."