3 roj in agahî ji birîndaran nayê girtin

Birîndarên ji ber êrîşên hêzên dewlet Tirk li jêrzemîna avahiyek li Cizîrê asê mane, ev 3 roj in agahî ji wan nayê girtin.

Birîndarên ji ber êrîşên hêzên dewlet Tirk li jêrzemîna avahiyek li taxa Cûdî ya Cizîrê ev 11 roj in asê mane û li benda rakirina nexweşxaneyê ne, 3 roj in agahî ji wan nayê girtin. Herî dawî 3 roj berê birîndar, di çarçoveya hevdîtinên bi Wezareta Karên Hundir re, bi parlamenterên HDP'ê re axivîbûn.

Her wiha, cenazeyê 1 ji wan jin 5 kesên ku duh li Kolana Reyhan a Taxa Cûdiyê hatin dîtin û nasnameyên wan nehat zanîn, îro ji bo otopsiyê sewqî Şirnexê hatin kirin. Li gorî agahiyên destpêkê, 4 cenaze ji malekê ku şewitiye hatiye derxistin.

Hate diyar kirin li Kolana Guluşuk a Taxa Cûdiyê cenazeyek din jî hatiye dîtin û rakirine Nexweşxaneya Dewlete ya Cizîrê. Hate zanîn ku li heman kolanê, du jinên ku navên wan nehat zanîn jî hatine binçavkirin.