Careke din nehiştin kedkarên tenduristiyê xwe bigihînin Cizîrê

Kedkarên tenduristiyê yên dilxwaz ên ji TTB û SES'ê, ji bo xwe bigihînin birîndarên ev 11 roj in li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê asê mane û 3 roj in agahî ji wan nîne, careke din hewl dan biçin Cizîrê, lê hatin astengkirin.

14 kedkarên tenduristiyê ev 2 roj in hewl didin di rêya Nisêbîn û Hezexê re derbasî Cizîrê bibin, lê belê bi biryara Walîtiyên Mêrdîn û Şirnexê ve tên astengkirin. Ji ber astengiyê kedkarên tenduristiyê vegeriyan Mîdyatê û îro careke din di ser Nisêbînê re hewl dan biçin Cizîrê. Li pêşiya Mîdyatê careke din bi TOMA û maşînên zirxî pêşî li wan hat girtin.

Ji ber vê astengiyê kedkarên tenduristiyê careke din neçar man vegerin Mîdyatê û ji bo şermezarkirina astengiyan wê di saetên pêş de li avahiya KESK a Mêrdînê civîneke çapemeniyê lidar bixin.