Li Girê Mîra 25 kes hatin binçavkirin

Hêzên çekdar ên dewleta Tirk, piştî ku êrîşî Meşvanên Botanê yên li Girê Mîra kirin, xebatkarên çapemeniyê jî di nav de 25 kes kirin binçavan.

Hêzên dewleta Tirk, êrîşî Meşvanên Botanê yên li Girê Mîra kirin, ku ji bo rakirina dorpêçiya li Cizîrê li hev civiyan e. Di encama êrîşê de gelek kes birîndar bûn û hatin binçavkirin.

Xebatkarên Gun TV Ayşe Kara û Eren Sîverek jî di nav de 25 kes hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin, li mînîbusên polîsan tên ragirtin.

Li taxa ku êrîş hînê lê dewam dike, rewşeke aloz heye.