Li Sûrê 15 leşker û polîs hatin kuştin
Li navçeya Amed Sûrê, di şerê ji duh ve diqewime de 15 polîs û leşker hatin kuştin.
Li navçeya Amed Sûrê, di şerê ji duh ve diqewime de 15 polîs û leşker hatin kuştin.
Êrîşên ku ev 63 roj in li navçeya Amed Sûrê bênavber tên kirin, duh danê nîvro dijwar bûn. Hêzên dewletê yên li herêmên Dibistana Seretayî ya Cûmhûriyetê, Deriyê mêrdînê û Kolana Karadenîzê bi cih bûne, êrîşî taxan dikin. Di êrîşên bi tank û bombeavêjan de, avahiyên bilind û cihên dîrokî yên li taxên Savaş û Cemal Yilmaz hedef tên girtin. Hat ragihandin, ku gelek avahiyên dîrokî yên li herêmê xera bûne. Bi taybetî, bi tanka li nêzî Minareya Çarling hatiye bicihkirin re, nava taxê tê bombekirin. Mizgefta Kûrşûnlû jî di nav de xisar li gelek avahiyên dîrokî bû.
15 POLÎS Û LEŞKER HATIN KUŞTIN
Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS-Sûr) jî bi xweparastinê re bersivê didin êrîşên leşker û polîsan. Tê gotin, ku di şer de ji duh û vir ve 15 polîs û leşker hatine kuştin.