Cenazeyê Daşkan ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin hat wergirtin

Cenazeyê Mûrat Daşkan (19) ê duh êvarê li Edeneyê ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin, ji aliyê malbatê ve hat wergirtin.

Li Edeneyê duh êvarê di çalakiyên şermezarkirina komkujî û dorpêçên li Kurdistanê de polîsan li taxa Daglioglû êrîşî gel kiribûn û ciwanê bi navê Mûrat Daşkan ê 19 salî qetil kiribûn. Piştî otopsiya li Saziya Tiba Edlî malbatê cenazeyê Daşkan tevî endamên HDP, YAKAY-DER û Meclîsa Dayikên Aştiyê wergirt.

Cenazeyê Daşkan ewil birin mala wî ya li Xaçeriya Karasû ya navçeya Seyhanê. Piştî ku wecîbeyên olî hat bicihanîn li bendê ye ku cenaze li Goristana Kuçukoba ya Taxa Daglioglûyê bê definkirin. 

Di rapora pêşotopsiya Daşkan de tê gotin ku Daşkan ji ber guleya ji çekê derketiye, lebatên wî şikeştine û xwîn çûye hundirê wî, ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest daye.

Hate hinbûn ku otopsiya berfireh wê di rojên pêş de diyar bibe.