'Di nava Kurdan de Mandela heye, lê li Tirkiyeyê Klerk nîne'
Pisporê hiqûqê û serokê berê yê komîsyona desteya hilbijartinê ya navneteweyî ya Iraqê Abdurrahman Xelîfan diyar kir, tecrîda li ser Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan encama heman polîtîkayên qirkirinê ye.
HALÎT ERMÎŞ / CÎHAN OZGUR
HEWLÊR / ANF
sêşem, 2 reşemiyê 2016, 11:06
Pisporê hiqûqê û serokê berê yê komîsyona desteya hilbijartinê ya navneteweyî ya Iraqê Abdurrahman Xelîfan diyar kir, tecrîda li ser Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan encama heman polîtîkayên qirkirinê ye.
Xelîfan bersiv da pirsên ANF'ê.
ÊRÎŞÊN JI BO QIRKIRINÊ WÊ BI SER NEKEVIN
Li Bakurê Kurdistanê bi mehan e êrîşên giran li hemberî sivîlan tên kirin. Ev êrîş bi dîtina we tê çi wateyê?
Em di sedsala 21'an de ne û êdî dema tinehesibandina vîna gelekî bihurî ye. Ti kes êdî nikare vî gelî bi qirkirinê re tine bike. Ya ku li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk li dijî Kurdan dike êrîşên ji bo qirkirinê ne û nepêkane ku bi ser bikeve.
Ji Lozanê û vir ve dewleta Tirk ji bo asîmîlekirin û qirkirina gelê Kurd çi ji dest hat, kir. Lê belê dema mirov li dema bihurî vedigerin û lê temaşe dikin, tê dîtin ku ev hewldan hemû bê encam mane. Pêkanînên bi binpêkirina mafên mirovan, bi qetilkirina mirovan tên kirin, ji destpêkê ve mehkûmî têkçûnê ne. Dewleta Tirk dema vê dike, zerara herî mezin dide gelê Tirk. Bêguman bandoreke neyînî li Kurdan û herêmê jî dike. Mirov tên kuştin.
DI SERÎ DE KURD DIVÊ HER KES LI HEMBERÎ QIRKIRINÊ RABIN
Lewma ne tenê Kurd, pêwîste her kes li hemberî êrîşên ji bo qirkirinê rabin. Bêguman di destpêkê de Kurd, li ku dibin bila bibin, ji kîjan rêxistinbûyîna siyasî yan jî îdeolojî dibin bila bibin, divê li dijî van êrîşan derkevin. Ti hêz nikare li hemberî vê têkoşîna gel bi ser bikeve. Ji ber ku dîrokê bi gelek mînakan nîşan da ku bi qirkirinê re nepêkan e gelek bê tinekirin.
BÊDENGÎ TÊ WATEYA CIHGIRTINA LI KÊLEKA ERDOGAN
Dewleta Tirk bi bikaranîna her şêwe tekonolojî û rêbazên leşkerî re komkujiyê li Kurdan dike, lê hêzên navneteweyî bêdeng in. Hûn vê yekê bi çi ve girê didin?
Pênasekirina vê zehmet e. Ji ber ku hemû hêzên qala mafên mirovan, demokrasî, maf-hiqûqê dikin li pêşberî vê faşîzm û komkujiyan gelekî bêdeng in.
Dewlet Tirk ji destpêka vê sersalê û piştre jî bi wergirtina desteka NATO'yê re li Bakurê Kurdistanê bi her awayî êrîş û komkujî pêk anî. Ev yek hînê dewam dike. Lewma gotinên demokrasî, mafên mirovan êdî ne cihê baweriyê ne. Ji ber ku ev di roja îro de jî bi vê bêdengiyê re li cem faşîzma Erdogan û AKP'ê disekinin. Girîng e Kurd vê bibînin. Demokratîkbûyîna van hêzan êdî bi desteka wan a ji têkoşîna mafê demokratîk a gelê Kurd re dikare were pîvandin. Lê van hînê ji bo berjewendiyên xwe, faşîzma DAIŞ'ê afirandin. Lewma pozîsyona wan bi temamî derbê li demokrasiyê dixe.
BERPIRSYARIYA PARTIYÊN BAŞÛRÎ YE, KU LI PÊŞBERÎ REWŞA LI BAKUR BI BERPIRSYARÎ RABIN
Li Başûrê Kurdistanê jî li pêşberî van êrîşan rewşeke bêdeng heye. Heta niha ti daxuyanî ji hikûmetê nehatiye. Hûn vê bêdengiyê çawa dibînin?
Li gorî min; bê bilêvkirin an neyê bilêvkirin jî, li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe Kurd vê faşîzmê lenet dikin. Mixabin li Başûrê Kurdistanê rewşeke welê afirandin, ku mirov hema bêjin ji rastiya xwe xerîb bûn. Bi dîtina min ev yek bi zanebûn hat afirandin. Mirov birçî û bêçare hatin hiştin. Xistin rewşeke welê ku bala xwe nede derdora xwe. Divê ev were zanîn. Berpirsyariya hemû partiyên siyasî ye, ku di nava her şert û mercî de li hemberî êrîşên li Bakurê Kurdistanê helwestê nîşan bidin. Berpirsyariyeke bi vî rengî ya her şexsekî heye. Pîvana welatparêziyê cihgirtina li cem berxwedana Bakurê Kurdistanê ye. Partiyeke siyasî ya vê neke, li ser navê welatparêziya Kurdistanê çi dibêje bila bêje, wê kes jê bawer neke.
TECRÎDA LI SER RÊBER OCALAN PARÇEYEK JI ÊRÎŞÊN TESLÎMGIRTINÊ YE
Êrîş ne tenê li hemberî gel e. Tecrîda li ser Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hatiye şidandin. Dewleta Tirk di nava çend salên dawî de bi Ocalan re muzakere dimeşand, çima niha di nava tecrîdeke giran de radigire?
Tecrîda li ser Rêber Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li bakur weke pêwîstiyên heman siaysetê tên meşandin. Her du jî ji bo teslîmgirtinê ye. Lê ev jî wê bi ser nekeve.
DI NAVA KURDAN DE MANDELA HEYE, LÊ LI TIRKIYEYÊ KLERK NÎNE
Baş e, siyaseteke ku wê bi sernekeve çima ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin? Hûn israra di vê siyasetê de bi çi ve girê didin?
Mînaka Nelson Mandela di vî warî de gelekî balkêş e. Mandela 27 salan li zîndanê hat ragirtin, lê belê xwediyê desthilatdariyê ti encam bi dest nexistin. Li wê derê Frederîk Wîllem de Klerk jî hebû. Di vir de ya ku tineye hebûna Klerk e. Eger Klerkekî ku şaşîtiya vê siyasetê dibîne hebûya, wê dev ji vê bihata berdan.
Xuya ye cîlweyeke dîrokê ye; Mandelayê me heye, lê de Klerkê me nîne mixabin. Halbûkî têkoşîna Rêber Apo û gelê Kurd a li bakur gelekî rewa ye. Lê mixabin dijmin xwedî zîhniyeteke ewçend wehşî ye, vê qebûl nake. Mejiyê xwe vê rastiyê ranake. Lewma Nelson Mandela dema xelat wergirt, tevî de Klerk stend. Ji ber ku bi hebûna herduyan re aştî hat Afrîkaya Başûr. Demorkasî û aştî bi vî rengî hat.
PIRSGIRÊKA EW WEKE ASAYÎŞÊ BI NAV DIKIN, BI AZADIYA RÊBER APO Û NASKIRINA MAFAN DIBE
Lê belê dewleta Tirk pirsgirêkê weke pirsgirêk asayîşê pênase dike û timî hewl dide bi şîdetê 'ewlekariya cemaweriyê' pêk bîne...
Pêwîste dewleta Tirk bizanibe ku bi demokratîkbûyîn, bi naskirina mafên Kurdan re tiştekî winda nake, berevajî wê qezenç bike. Dewleta Tirk qala asayîşê dike. Asayîş bi qebûlkirina mafên Kurdan dibe. Bi azadiya Rêber Apo re dibe. Bi bilindkirina asta xweşhaliya gel dibe. Lewma rewşa heyî çiqasî zerarê dide Kurdan ewqasî dide Tirkan.
LI CENEVREYÊ MÛXALEFETA SÛRIYEYÊ NÎNE
Mijareke din a ji bo Kurdan girîng e civîna Cenevre-3 ye. Venexwendina PYD'ê mora xwe li vê civînê xist. Tevî ku Kurd li ser rûyê erdê hêzeke girîng e jî nehatin vexwendin. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
Mixabin yên ku tevlî civînê hatin kirin, civaka Sûriyeyê temsîl nakin. Rastî cuda ye, nêzîkatiya li wir cuda ye. Ev yek tiştekî ku hêzên derve li ser vîna gelê Sûriyeyê ferz dike ye. Li ser rûyê erdê rastiyek bi navê Rojava heye. Bi gihandina hev a Kobanê û Efrînê re Kurd wê li parçeyekî girîng ê Sûriyeyê bibin xwedî mafê gotinê. Lewma venexwendina Kurdan ji bo Cenevre-2 tê wateya ji destpêkê ve îlankirina têkçûna vê civînê. Bi zextên dewleta Tirk, bi hewldanên hêzên derve re hêzên Sûnî yên hatin afirandin tevlî civîna Cenevre hatin kirin. Ev yek dûrî rastiya li Sûriyeyê ye. Û ji bo siberoja Sûriyeyê jî bêxêr e.
ERDOGAN DIJMINÊ KURDAN E
Helwesta dewleta Tirk a di vî warî de tê çi wateyê?
Bêguman di venexwendina Kurdan ji bo Cenevre de, siyaseta Erdogan-AKP'ê xwedî bandoreke mezin e. Vê yekê dijminatiya Erdogan a li hemberî Kurdan bi awayekî vekirî raxistiye pêş çavan. Bila hebûna Kurdan di nava AKP'ê de we nexapîne. Ev bi tenê ji bo berjewendiyên siyasî ne. Ji ber ku xizmetê ji desthilatdariya wan re dikin, ev tên qebûlkirin.
DAIŞ'Ê DEMA ÊRÎŞÎ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ KIR, ÇIMA ERDOGAN ALÎKARÎ NEDA?
Hûn dibêjin dijminatiya li Kurdan, lê hin partiyên li Başûrê Kurdistanê AKP û Erdogan ji xwe re weke dost dibînin...
Madem dost in, çima dema DAIŞ'ê êrîşî Başûrê Kurdistanê kir Erdogan alîkarî neda Başûr? Hin hêzên din hatin alîkariyê. Lewma vê yekê jî nîşan da ku Erdogan, AKP û yên li Tirkiyeyê desthilatdar, ne dostê Kurdan e. Ev naxwazin Kurd li herêmê bibin xwedî maf. Lê ev qebûl bike yan qebûl neke, dîrokeke dirêj a Kurdan li ser vê xakê heye û mafê wan ê herî xwezayî ye li ser vê xakê bi awayekî azad bijî.
DEMA MIJAR KURD BE, NAKOKIYA SÛNÎ-ŞÎA LI ALIYEKÎ DIMÎNE
Hûn siyaseta Ereb ji nêz ve nas dikin. Li Iraqê refleksek bi heman rengî li dijî Kurdan heye?
Em Kurd divê êdî dersê ji hin tiştan derxînin. Ez 7-8 salan li Bexdayê xebitîm, bi wezîfeyên fermî rabûm. Li wê derê, dema mafên Kurdan tên bilêvkirin, nakokiyên Sûnî û Şîa tên terikandin û li dijî Kurdan yekser tifaqek tê avakirin. Ev hêzên li hemberî Kurdan dibin yek, her roj ji ber cudahiya mezhebî hev qetil dikin. Dema mijar Kurd be, dibin yek. Hêzên li herêmê jî xwedî heman helwestê ne. Lewma divê Kurd ji vê dersê derxînin.
KURD NEBIN YEK, NIKARIN ENCAMÊ BI DEST BIXIN
Divê Kurd derseke çawa jê derxîne?
Eger Kurd nebin yek, bi yekîtiya hin hêzên biyanî re nikare encamê werbigirin. Erdogan û AKP îro bi hin hêzên li Başûrê Kurdistanê re têkiliyê deyne jî ev dostanî nîne, têkiliyeke berjewendiyan a demî ye.
Bala xwe bidinê; di herikîna dîrokê de jî heman tişt hebû. Mûstafa Kemal di şerê rizgariya neteweyî de name ji axa û begên Kurdan re şand û jê re got ku ew dost û hêza tifaqê ne. Heta ku demek hat bihurandin, nêzîkatî bi vî rengî bû. Piştî ku ew dem hati bihurandin û dewleta Tirk serbixwe bû, Kurd hatin jibîrkirin. Ti mafê Kurdan nehat naskirin. Ya ku îro diqewime jî heman tişt e. Ji aliyê siyasî, aborî û civakî ve her tişt gelekî dişibin hev.
HELWESTA RÛSYAYÊ DIŞIBE YA DEMA MAHABADÊ
Hêzên navneteweyî di vê demê de li hemberî êrîşên DAIŞ'ê tifaq pêk anîn û Kurdan weke hêza têkoşer a herî girîng dibînin. Lê belê ji bo Cenevreyê qebûl nekirin. Weke mûxatabekî siyasî qebûl nekirin. Hûn vê bi çi ve girê didin?
Heman zîhniyet e. Lewma dostê herî mezin ê Kurdan di vê demê de wê yekîtiya Kurdan be. Girîng hemû partî û rêxistinên Kurd vê rastiyê baş bixînin. Ji ber ku nêzîkatiya di vê demê de li hemberî Kurdan hat nîşan dan da xuyakirin, ku dostê herî mezin ê Kurdan yekîtiya Kurdan e.
Di vê demê de Rûsyayê diyar kir ku ew ê Kurdan ji sedî sed tevlî Cenevreyê bike. Lê wexta roja civînê hat, mîna pêvajoya Komara Mahabadê helwestek nîşan da. Di dema Komara Mahabadê de Rûsya li dijî dewleta Îranê li cem Kurdan ch digirt. Lê belê piştî ku bi Îranê re li hev kir, hêzên dewleta Sowyetê ya wê demê vekişand. Rûsyaya îro jî heman tiştî dike. Halbûkî diviyabû heta dawiyê li cem Kurdan cih bigirta. Rewşa DYA jî bi heman rengî ye.