Demîrtaş: Erdogan xweziya xwe bi Hîtler Davutoglu jî bi Franco tîne
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji bo Serokwezîr jî ku ji bo Sûrê mînaka Toledo dabû jî got, “Serokwezîr xwe dişibîne Franco. Erdogan jî xwe dişibîne Hîtler”.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji bo Serokwezîr jî ku ji bo Sûrê mînaka Toledo dabû jî got, “Serokwezîr xwe dişibîne Franco. Erdogan jî xwe dişibîne Hîtler”.
Ji ber ku Meclis xebatên xwe roja Înê de rawestandin, partiyên CHP, MHP û AKP’ê komcivînên xwe pêk neanîn. Lê Koma Meclisê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi Serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş we civiyan.
Dîwana Komê jî parlementerên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Osman Baydemîr û Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Baluken ku li dijî wehşeta Cizîrê 6 rojan çalakiya grevê pêk anîbûn û duh jî dewrê komek din kiribûn, kirin. Demîrtaş diyar kir ku ew li vê derê komcivînê pêk tînin, lê li dehan taxên 20 navçeyên 7 bajaran 56 kes qedexeyên derketina derva hatine îlankirin û wiha got: “Bi giştî 350 roj qedexebûyên pêk hat. Dema em vê civînê pêk tînin, li Sûrê qedexebûyên ket roja 60’an û li Cizîrê jî ket roja 51’an. Tu kes nikare bikeve pace û balqonên xwe her der vegerandine herêma şer.”
Demîrtaş destnîşan kir ku sivîlên li malên xwe tên qetilkirin ji aliyê medyaya AKP’ê ve wekî ‘terorîst’ tên binavkirin û got, “Nahêlin em cenazeyan bigirin, cenaze rizî dibin lê nahêlin bên definkirin.”
‘HOVÎTİYA KU HIKÛMET DIBÊJE DEREW E WIJDAN VÊ YEKÊ QEBÛL NAKE’
Demîrtaş der barê vê yekê we axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li Cizîrê 11 roj in dramek tê jiyîn. Di nava vê pêvajoyê we tişta ku tê jiyîn a herî girane. Yên ku dilê wan dişewitin û fêm dikin bi vê mijarê bawer dikin. Bejek jî bi vê rewşê bawer nake. Lê em her roj vê tabloya ku mêjî û xeyalên me nagirin her roj dijîn. Li Cizîrê di jêrzemînek avahiyê we rewşek ku hikûmet jêra dibêje derewe, 31 mirov , 6 cenaze û ji 28 birîndaran her roj kesek ku jiyana xwe ji dest da tê jiyîn heye. Avê jî nadin mirovan.”
‘MIRINA MILYONEK MIROV NE XEMA WAN E'
Demîrtaş bi bîr xist ku jinên ji bo biçin birîndaran bigirin jî hatin binçavkirin û ev tişt got: “3 roj in dewlet 24 saet in wêderê dişopîne. Lê tu agahî nade. Dema Ambulans diçe wêderê gule direşînin. Dayik çû heta wêderê, çûn heta ber avahiyê lê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Polîs dikarin biçin lê ambulans nikarin biçin. Em jî dibêjin dibe ku agahiyên me şaş bin lê şaşiyên vana derbixin holê. Tendûristvanên dildar di rêda hatine rawestandin. Madem li wê derê birîndar an jî zindî tune ye bila derxin holê. Madem em derewan dikin bila vê yekê îspat bikin. Çima 11 roj in hûn vê yekê nakin? Dibêjin li wêderê kesên bi çek hene. Dibe ku li wêderê birîndarên di berxwedanê we hebin, wê demê hûn çima mudaxale nakin. Qetilkirina milyonek sivîlan di xema desthilatdariyê we nîne.”
JI GELÊ TIRKIYEYÊ RE BANGA 'DENGÊ XWE BILIND BIKE'
Demîrtaş da zanîn ku HDP partiyek ku bi hemû Tirkiyeyê ve jiyanê dide avakirin e û wiha dom kir: “Ez bang li birayên xwe yên tirk dikim. Niha operasyonên ku tên kirin, rizgarkirina pêşeroja Tirkiyeyê nîne. Leşker, kurd, tirk û berxwedêrên ku li wê derê jiyana xwe ji dest didin zarokên me ne. Qesra ku ji bo wê can tê dayîn qasî mirovan ne bi nirxe. Ji ber ku hûn li hemberî vê rewşê bêdeng in hikûmet tişta ku dixwaze dike. Divê hûn dengê xwe bilind bikin. Şerê kurdan û tirkan tune ye.”
‘EM LI VÎ WELATÎ WEKHEV BIJÎN’
Demîrtaş da xuyakirin ku ji bo ew pêşeroja kurdan bi awayekî azad, wekhev û adîlane ava bikin baxçeyên gelan dixwazin bidin avakirin û wiha bi lêv kir: “Ev erdnîgarî tenê yê nasnameyek nîne. Me hemû ji bo vî welatî ji xwe tiştek daye. Wê demê divê em bi awayekî wekhev bijîn û bi hevre her tiştî bidin afirandin. Divê em bi hev re li vî welatî wekhev bijîn.”
Demîrtaş piştî van gotinên xwe bertek nîşanê daxuyaniya Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag ku parlementerê HDP’ê Faysal Sariyildiz hedef nîşan dabû, da û wiha pêda çû: “We Tahîr Elçî hedef nîşan da û din ava 40 rojan we qetil kir. Niha jî Faysal Sariyildiz hedef nîşan didin.”
‘YA ÎSTIKRAR YA KAOS VEGERIYA YA SEROKDEWLETÎ YA JÎ KAOS’
Demîrtaş li ser gotinên Serokomar Erdogan ku li Şîlî yê gotibû ‘kursiya meclisê dixin wek amorû terorê’ jî ev tişt got: “Welat di nava gola xwînê we ye tu yê hefteyek biçî betlaneyê. Bila muçeyê me ne helal be. Hûn bi tena serê xwe desthilatdarin. Niha welat ji 7’ê Hezîranê xiraptire. Gotin ‘ya îstikrar ya kaos, niha jî dibêjin ya serokdewletê ya jî kaos’ Qesir parlementoyê bi rêve dibe. Ji wê derê mudaxaleyê meclisê dike.” Demîrtaş di berdewama gotina xwe we got
‘Bila destnedahîna te jî tu nebe û ya min jî tune be’ û bang li Erdogan kir ku derkevin televîzyonê û bi hevr re nîqaş bikin.
GOTINA ERDOGAN A ‘KURDISTAN HEYE’ DAN TEMAŞEKIRIN
Demîrtaş got tişta ku hûn dibêjin Serokdewletî, sînorên wê çiye û ev tişt got: “Lê me behsa xweseriyê kir. Em hemûyan vedibêjin. Lê hûn her tim êrîşên pêşniyarên me dikin. Dema em dibêjin Kurdistan hûn di parlementoyê we cîhanê xira dikin.” Piştre jî Demîrtaş gotina Erdogan ku digot ‘Kurdistan heye’ bi dîmen da temaşekirin.
Demîrtaş di axaftina xwe we balê kişan ser rewşa medyayê jî û wiha got: “Niha Serokomar li Şîlî yê diaxive 30 kanalên televîzyonê zindî didin. Lê li ser rewşenbîr û hûnermendan jî terorê dide meşandin. Divê em piştgiriyê bidin rojnameyên ku li gel muxalefeta azad cihê xwe digirin. Divê em xwedî li Bîrgun, Gundem, Evrensel û Cumuhriyetê derbikevin.”
‘YÊ KU LI SÛRÊ TOLEDO YÊ AVA BIKE XWE DIŞIBÎNE FRANCO’
Demîrtaş li ser daxuyaniya Serokwezîr jî rawestiya ku digot “Em ê li Sûrê Toledo çêbikin û wiha nirxand: “Toledo navendek ku li ber xwe dida bû. Toledo bûye sembola berxwedana Îspanyayê. Yê niha wêderê mîna dide û dixwaze bixîne dixwaze xwe bişibîne Farnco yê. Erdogan xwe dişibîne Hîtler, Davutoglu jî xwe dişibîne Toledo yê.”
‘TIŞTA KU DIBÊJIN SERKEFTIN BINKETINA WAN E’
Demîrtaş herî dawî ev tişt got: “Sedema ku ewqas bi ser me we tên ew ku roja desthilatdariya wan têk biçe dê dosyayên wan jî bên vekirin. Lê li henberî vê yekê berxwedana gel jî heye. Polîtîkaya şer a AKP’ê têk çûye. Li Cizîr û Sûrê serkeftinek tune ye. Têkçûna wan heye. Dixwazin vê yekê veşêrin. Li ser Sûrên Amedê ala tirk vekirin gelo serkeftine? Ger serkeftina we ev be hûn xwe dixapînin. Evana hemû derûniya têkçûnê ye.”